Bulent Tekin: Di Navbera Esman û Erdê de: Baza Şoreşger Rosa

Nîvîskar

NÛPEL – Sozê ku min di dema tevgera xwendekaran de pir dibihîst, digot û hewl dida fêm bikim, ê ku tê îdiakirin Lenîn ji bo Rosa Luxemburgê gotiye (sankî ev ne tiştekî weha bû ku min bi serê xwe îdia bikira): “Tu bazek î. Carinan li jor difirî, carinan jî li jêr difirî!” Erê, ez qala şoreşgera jin Rosa Luxemburgê dikim.

Rosa Luxemburg, wekî keça malbateke cihû ya burjuvaziya piçûk a Polonyayê, ku di navbera Almanya û Rûsyayê de hatibû dabeşkirin, ji dayik bû. Ew ne tenê nûnereke girîng a baskê çep ê sosyal demokrasiya Almanyayê bû; ew di heman demê de di nav tevgera karkerên Polonyayê de û di teşegirtina tevgera sosyal demokrat a Rûsyayê de jî roleke çalak lîst. Di nav teorîsyenên pêşeng ên Enternasyonala Duyemîn de cih girt. Nivîs, polemîk û xebatên wê yên li ser emperyalîzm û aboriya polîtîk, hîn jî wekî çavkaniyên pêşeng ên teoriya Marksîst tên nîşandan.

Dema ku Yekîtiya Spartakîstan a di bin serokatiya Rosa Luxemburg û Karl Liebknecht de veguherî Partiya Komûnîst a Almanyayê (KPD), Lenîn daxuyand ku bi avakirina vê partiyê re Enternasyonala Sêyemîn bi awayekî fîlî dest bi jiyanê kiriye. Li aliyê din, bi bîranîna wan a bi rêzdarî ji aliyê komûnîstan ve, ne tenê ji ber ku wan bi mêranî mirin hembêz kiriye ye. Liebknecht, di salên şer de, di nav sosyal demokrasiya Almanyayê de wekî sembola serhildana li dijî sosyal şovenîzmê, jixwe ji aliyê hemû komûnîstên cîhanê ve bi rêzdarî dihate şopandin.

Rosa Luxemburg jî ji zû de wekî navekî pêşeng ê baskê çep ê Enternasyonala Duyemîn dihate nasîn. Kesê yekem ku li dijî revîzyonîzma (serrastkirina) Eduard Bernstein derket ew bû. Û ew di nav kesên herî pêşîn de bû ku rûyê oportûnîst (firsatperest) ê Karl Kautsky dît. Lenîn dê li ser Kautsky weha binivîsanda: “Rosa Luxemburg mafdar bû; wê pir berê fêm kiribû ku Kautsky teorîsyenekî eyyamçî ye ku xizmeta piranîya partiyê, bi kurtî xizmeta oportûnîzmê dike.”

Helwesta wê ya li dijî sosyal şovenîzmê, li dijderketina wê ya li hemberî têgihîştina şoreşa qonax bi qonax a ku serdestê Enternasyonala Duyemîn bû, û piştgiriya wê ya eşkere ji bo Şoreşa Rûsyayê, di serê nirxandinên erênî yên li ser Rosa Luxemburgê de tên. Helbet ev tiştên ku Lenîn jî erê dikirin in.

Li beramberî vê, piştî dabeşbûna Bolşevîk-Menşevîk a di RSDÎP’ê (Partiya Karkerên Sosyal Demokrat a Rûsyayê) de, rexneyên ku wê ji bo têgihîştina rêxistinî ya Lenîn girtin, di mijara “pirsa neteweyî” de nakokiyên wê yên bi Lenîn re, û di salên pêşîn ên Şoreşa Rûsyayê de hin rexneyên ku wê ji Bolşevîkan re girtin, dibine sedema nirxandinên neyênî yên li ser Luxemburgê. Helbet ev jî ji wan tiştan in ku Lenîn erê nedikirin! Jixwe ez ji ber vê yekê bawer dikim ku Lenîn ji Rosa Luxemburgê re gotiye: “Tu bazek î. Carinan li jor difirî, carinan jî li jêr difirî!” Ez dizanim ku ez li vir pişkek mafdariyê (!) ji bo xwe derdixim (ez dibînim ku hûn dikenin, xemgîn nebin ez jî keniyam).

Li vir ez dixwazim ji bo nêrîna Rosayê ya li ser “pirsa neteweyî” parantezekê vekim: Rosa Luxemburg, ji perspektîfeke bi tevahî enternasyonalîst û çînî nêzî pirsa neteweyî dibe. Daxwazên mîna “mafê diyarkirina qedera xwe ya neteweyan” wekî îdeolojiya burjuva û razber (abstre) dinirxîne. Ew diparêze ku dewletên neteweyî yên serbixwe nikarin kapîtalîzmê ji holê rakin, berevajî wê dê karkeran parçe bikin; li şûna vê, ew piştgiriya proleter û yekîtiya sosyalîst dide pêş. Li şûna parastina veqetandina tam û serbixwebûnê; mînak ji bo gel û herêmên di bin împaratoriyên zordar de wekî Rûsyaya Çarîtiyê, otonomiya (xweseriya) çandî û herêmî diparêze.

Di roja me de, her çend herikînên wekî Marksîzm, Lenînîzm, Troçkîzm, Maoîzm, Enver Xocatî, Zapatîstî û Sandînîstî û heta belkî êdî Apocîtî hebin jî, bi awayekî eşkere rasta herikîneke ku navê Luxemburgîzmê li xwe bike nayê. Nexwe ji ku derê hat bîra min Rosa Luxemburg? Dibe ku ji ber wan zehmetiyên ku em tê de dijîn û bandorê li min jî dikin be… Min nivîsand weha, efû bibe.

Bulent Tekin

Wêne: Gemini

 

Van jî bibîne

 

Li Betalqaziya Meletiyê bi mezinahiya 5.6 pileyan erdhej çêbû
Jin bi Spora Yogayê li hev kom bûn

Nûçeyên Sereke