Jin bi Spora Yogayê li hev kom bûn

Jin

AMED (Nûpel) – Şaredariya Peyasê çalakiyeke watedar lidar xist ku armanca wê piştgiriya başbûna civakî û derûnî ya jinan e. Di çarçoveya “Spora Serê Sibê” de, danişîna yogayê li Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê hate lidarxistin û bi beşdariya berfireh a jinan re encam da.

Ev çalakî, bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Karên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê hate organîzekirin. Jinên ji navçeyê hatin cem hev, di atmosfereke aram de hem spor kirin û hem jî ji stres û barên jiyana rojane dûr ketin.

Di danişînê de, di bin rêberiya pisporan de rahênanên taybet ên yogayê hatin kirin. Armanc, aramkirina bedenê, başkirina bêhnstendinê û hevsengkirina enerjiyê bû. Bi taybetî, bi xebatên li ser çakran (navendên enerjiyê) hişmendiya fîzîkî û derûnî ya jinan hate xurtkirin.

“Em ê hevgirtina di nav jinan de xurtir bikin”

Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan di daxuyaniyeke xwe de wiha got: “Em bi spora serê sibê û projeyên bi vî rengî dixwazin piştgiriya jinan di warê fîzîkî û hestyarî de bidin û hevgirtina di navbera jinan de xurt bikin. Em ê van çalakiyan bidomînin.”

Jinên ku beşdarî danişînê bûn, spasiya xwe ji Şaredariya Peyasê re anîn ziman û gotin ku ev derfet ji bo wan gelek girîng e. Wan daxwaz kir ku spora serê sibehê bi awayekî birêkûpêk û bênavber were berdewamkirin.

Ev xebatên ku hem tenduristiya bedenî û hem jî ya derûnî ya jinan têne kirin, di warê xurtkirina jiyana civakî de roleke giring dilîzin.

Van jî bibîne

 

Bulent Tekin: Di Navbera Esman û Erdê de: Baza Şoreşger Rosa
Li Îranê di 2 mehan de herî kêm 50 kes hatin darvekirin

Nûçeyên Sereke