NÛPEL – Li navçeya Betalqazî ya Meletiyê di saet 09.00’an de bi mezinahiya 5.6 pileyan erdhejek çêbû. Erdhej li gelek parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) derbarê erdhejê de li ser hesaba xwe ya medya civakî daxuyaniayek belav kir. Li gorî daneyên AFAD’ê, navenda erdhejê navçeya Betalqazî ya Meletiyê ye û mezinahiya wê 5.6 pile ye.
AFAD’ê diyar kir ku ev erdhej 7.3 kîlometre di binê erdê de çêbûye. Erdheja ku li Meletiyê qewimî, di serî de li parêzgehên mîna Meletî, Xarpêt, Semsûr û Gurgumê û li gelek bajarên din fikar û tirs afirand û bi tundî hat hîskirin.
Derbarê zirarên canî û madî de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.











