Zimanê Kurdî û Siruşta Kurdistanê: Dewlekan (Loranthus europaeus)

NûçeXweza

NÛPEL – Botanîstê navdar Dr. Mehmet Fîrat, di encama xebatên xwe yên zanistî de balê dikşîne ser nebateke parazît a balkêş ku di nav gel de bi navên cuda tê naskirin. Ev fêkiya ku bi navê “Dewlekan” an “Demkanî” tê binavkirin, ne tenê wekî beşeke xwezayê, her wiha wekî mînakeke dewlemendiya etîmolojîk a zimanê Kurdî derdikeve pêş.

Parazîtekî Zer û Bişewq: Jiyana li ser Darên Berûyê

Nebata bi navê zanistî Loranthus europaeus, parazîtekî bi fêkiyên zer e ku piranî li ser darên berûyê şîn dibe. Ev nebat, her çend wekî nexweşiyekê di nav gel de bê dîtin jî, di rastiyê de encama pêvajoyeke xwezayî ye. Çûk fêkiyên wê yên zeliqok dixwin û toximên wê li ser şaxên daran dihêlin. Ev toxim di nava şaxan de reh vedidin, av û xurekên darê dikişînin û bi salan dibin komên mezin. Her çend ji bo çûkan çavkaniyeke girîng a xwarinê be jî, dema pir dibe dibe sedema lawazbûn û hişkbûna darên mazovanan.

Di Etîmolojiyê de Dewlemendiya Kurdî

Lêkolîna Dr. Mehmet Fîrat nîşan dide ku Kurdan li herêmên cuda, bi awayên pir bi wate ev nebat binav kirine:

• Li Licê “Dewlekan”: Ev nav ji koka “Dew/Dêw” (tiştên gir, kevnar, mezin, qirase û kûvî, yên ku ji nişka ve xuya dike û mîna muselatekî ye) û paşgira “-lekan” (ya ku belavbûn û zêdebûnê îfade dike) pêk tê. Ev nav balê dikşîne ser xwezaya nebatê ya ku ji nişka ve li ser darên kevnar şîn dibe û wê dorpêç dike.

• Li Rojhilat “Demkanî” û “Demûkî”: Kurdên li herêmên Sîstan û Belûçistanê, ji koka “Dem” (çax) sûd wergirtine. Ev nav jî îşaret bi karakterê nebatê yê “dema wê hatî, ji nişka ve derketina holê” dike.

“Zimanekî Xwedî Binesaziyeke Bi hêz”

Ev naskirinên cuda yên li herêmên ji hev dûr, nîşan didin ku gelê Kurd bêyî ku ji hev agahdar bin, bi heman mantiqê û bi baldarî navên zanistî û siruştî dane derdora xwe. Dr. Fîrat destnîşan dike ku ev rewş nîşaneke zelal e ku zimanê Kurdî wekî medeniyet xwedî binesaziyeke gelekî bi hêz û kûr e.

Her çend fêkiyên Dewlekanê ji ber hinek taybetmendiyên xwe yên toksîk ji aliyê mirovan ve neyên xwarin jî, ew di ekosîstema Kurdistanê de wekî “mêvanê nexwestî yê li ser daran” û wekî şahidekî zindî yê dewlemendiya zimanê Kurdî cihê xwe digire.

Wêne: Mehmet Firat 

Van jî bibîne

 

CHP’ê bernameya nû ya ‘hilbijartinê’ aşkera kir
Li Dersîmê Kesên di Terteleyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn

Nûçeyên Sereke