Ji 847 mamosteyên kurdî tenê 210 hatine peywirdarkirin

Nûçe

NÛPEL – Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin, têkildarî dersên hilbijartî û peywirdarkirina mamosteyan, pirsnameyek pêşkêşî Wezareta Perwerdehiyê kir. Altin diyar kir ku di 14 salan de 847 mamoste ji beşên kurdî mezûn bûne, lê belê ji van tenê 210 mamoste hatine peywirdarkirin.

Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, mijarên wekî pêkanîna mafê perwerdehiya zimanê kurdî, peywirdarkirina mamosteyan û nakokiyên di daneyên wezaretê de anîn rojeva Meclisa Tirkiyeyê. Altin xwest ku pirsgirêkên li pêşiya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bên lêkolînkirin.

‘Di 14 salan de tenê 210 mamoste hatine erkdarkirin’

Altin di pirsnameya xwe de destnîşan kir ku pêdiviyeke mezin bi peywirdarkirina mamosteyên kurdî heye û wiha got: “Tevî ku li bajarekî wekî Amedê pêdivî bi 600 mamosteyên kurdî heye jî, di 14 salan de tenê 42 mamoste hatine peywirdarkirin. Li rex vê yekê, her çend di van 14 salan de 847 xwendekar ji beşên Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne, tenê 210 ji wan hatine erkdarkirin. Ev rewş hem ji aliyê mafê perwerdehiyê ve hem jî ji aliyê îstîhdamê ve pirsgirêkeke mezin e. Her wiha, dersên bijartî nikarin cihê perwerdehiya fermî bigirin.”

Bêrîtan Guneş Altin ev pirs ji Wezareta Perwerdehiyê kirin:

Derbarê sala perwerdehiyê ya 2024-2025an de, ji bo dersên hilbijartî yên kurmancî û kirmanckî daneyên cuda derdikevin holê. Sedema parvekirina van daneyên nakok çi ye? Wezaret kîjan daneyan wekî rast qebûl dike?

Li gorî daneyên fermî yên wezaretê, di sala 2024-2025an de li kîjan bajar û dibistanan çend xwendekaran dersên hilbijartî yên kurmancî û kirmanckî hilbijartine?

Li gorî daneyên wezaretê, di sala 2024-2025an de li kîjan bajar û dibistanan çend şagirtan dersên kurmancî û kirmanckî dîtine û niha dibînin?

Ji bo peywirdarkirina mamosteyên kurdî çiqas kadro hatine veqetandin?

Ji bo dabînkirina hewcedariya mamosteyên kurdî, nexşerêyeke we ya xebatê heye? Li gorî bajaran pêdivî bi çend mamosteyan heye?

Di 14 salan de 847 mamosteyên kurdî mezûn bûne, lê tenê 210 kes hatine peywirdarkirin. Wezareta we ev planlamaya kêm li ser kîjan bingehî kiriye?

Gelo polîtîkayeke we ya îstîhdamê heye ku hejmara mamosteyên kurdî zêde bibe û dersên hilbijartî bi rêk û pêk bên dayîn?

Çavkanî: AW

Van jî bibîne

 

Li Dersîmê Kesên di Terteleyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn
Tengava Hurmizê germ dibe: Keştiya Amerîkayê bû hedef an na?

Nûçeyên Sereke