Nivîskara Kurd Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê Hate Binçavkirin

Nûçe

NÛPEL – Nivîskar û romanûsa Kurd Yildiz Çakar, ku demeke dirêj li Almanyayê dima, îro danê sibê dema bi balafirê gihîşt Stenbolê, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Çakar piştî vegera xwe ji derveyî welat dixwest biçe Amedê. Lê belê dema gihîşt Balafirgeha Stenbolê, ew hat rawestandin û binçavkirin. Çakar birin qerekola balafirgehê û piştre jî derxin pêşberî dozger.

Heta niha daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve derbarê rewşa Çakar nehatiye dayîn. Agahiyên zêdetir li ser encama lêpirsînê û biryara dozger jî nehatiye eşkerekirin.

Yildiz Çakar bi nivîsên xwe yên li ser mijarên civakî, çandî û hûnerî tê naskirin û di çend salên dawî de li Ewropayê dijiya.

 

Van jî bibîne

 

Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin
Li Peyasê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî pîrozbahiyên rengîn

Nûçeyên Sereke