MÛŞ (Nûpel) – Li Gimgimê welatiyên ku ev demeke dirêj e li dijî projeya JES’ê (Santrala Enerjiya Jeotermal) di nobeta konan de ne, ji bo parastina bawerî, nasname û siruşta xwe têdikoşin.
Siruşta Kurdistanê ev salên dirêj in ku di bin çengê ewlehî û rantê de tê talankirin. Hinek herêm bi komkujiyên daran tên armancgirtin, hinek herêm di bin ava bendavan de tên hiştin û hinek herêm jî bi projeyên Santrala Hîdroelektrîkê (HES), Santrala Enerjiya Rojê (GES) û Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) pêşkêşî şîrketan tên kirin.
Li navçeya Gimgim a Mûşê ku bi projeya JES’ê hatiye armancgirtin, berteka li dijî projeyê ji roja yekem vir ve berdewam dike. Gelê navçeyê yê ku di bin navê “veberhênanê” de bi projeya ku dê siruştê talan bike re rû bi rû maye, li dijî pêşkêşkirina qadên xwe yên jiyan û baweriyê ya ji bo talanê, dest bi birêxistinkirina bertekên xwe kir. Bi pejirandina projeya JES’ê ya ku tê plankirin li ser xeta faya Gimgim-Kanîreşê bê avakirin ji aliyê Serokatiya Komîsyona Parêzgehê ya Waliyetiya Mûşê ve, ji bo betalkirina projeyê 3 meh berê têkoşîn dest pê kir.
Gelê navçeyê ji roja yekem vir ve bi çalakiyên xwe berteka xwe nîşan da. Civînên gel, çalakî, daxuyaniyên çapemeniyê niha bi nobetê berdewam dikin.
Têkoşîna welatiyan a ku di mehên zivistanê de dabûn destpêkirin, di mehên biharê de li hemêza siruştê veguherî nobeta konan û gihîşt qonaxeke nû.
Welatiyên ku li hemberî çiyayên bidihr, di nava kesahiyê de, li dervayî darên berûyê, pişta xwe dane Gireboa ku cihê pîroz ê welatiyên Elewî yên li herêmê dijîn e; ji bo siruşt, bawerî û nasnameya xwe di nobeta jiyanê de ne. Di nobeta konan de ya ku bi înîsiyatîfa Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekologiyê ya Gimgimê dest pê kir, di qonaxa yekem de tenê 16 gundên ku ji projeyê nebaş bandor dibûn beşdar bûn, lê her ku roja sondajê ya ji bo projeyê hatibû diyarkirin (20’ê Gulanê) nêzîk bû, gundên din ên Gimgimê jî dest bi beşdarbûna nobetê kirin. Berxwedan tenê bi 16 gundan sînordar nema, gundên din ên Gimgimê jî girtin nav xwe û heta çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû.
Di nobetê de ne tenê Gimgimiyên ku li navçeyê dijîn, Gimgimiyên ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê û tewra li Ewropayê dijîn jî cih girtin.
Di nobeta konan de welatiyan carinan di germahiya hewayê ya ku bi şev dadiket binê sifrê de li dora sobeyê, carinan jî li dora agirê ku li derve dadan, xwe gihandin hev.
Di nobetê de welatiyan gelek caran govend jî gerandin. Welatiyên ku gelek caran li ber dengê dehol û zurneyê stran gotin û bi sîstema deng a di bin derfetên kêm de li ber kilaman ketin govendê, nobet bi coş birin roja din.
Welatiyên ku di heyameke kurt a mîna 3 mehan de li dijî projeya JES’ê çalakiyeke mezin birêxistin kirin, ligel jiyana di kon de nimûneya jiyana komûnal nîşan didin. Komûna ku kesên nobetê dewr digirin û yên ji bo piştevaniyê tên di nav de ne, nîşan da ku dabeşkirina kar, piştevanî û hûnandina jiyana bi hev re pêkan e.
JIN, CIWAN, ZAROK DI NOBETÊ DE NE
Dema ku roja 29’an a nobetê li pey xwe ma, ji roja yekem heta roja dawî jin, ciwan, zarok, ango bi kurtasî hemû gelê Gimgimê ji bo azadkirina siruûta xwe dagirtina qadê berdewam dikin. Li qada nobetê dengbêj bi stranên xwe, ciwan bi coşa xwe, jin jî têkiliya ku bi siruştê re danîne di qada berxwedanê de dikin goşt û hestî.
Kûçikê piçûk ê bi navê Diren, ji roja 3’yemîn a nobetê vir ve ji qadê cuda nebûye û veguheriye yek ji sembolên çalakiyê.
Welatiyên ku bertekên xwe anîn ziman, dibêjin: “Heta ku siruşta me, erdnîgariya me azad bibe û proje bi fermî bê betalkirin, em ê qadên xwe yên jiyanê, navendên xwe yên baweriyê û siruşta xwe biparêzin.”


Çavkanî: MA










