Amedspor Di Dîroka Xwe De Yekem Car Di Super Lîgê De Ye!

NûçeSpor

AMED (Nûpel) – Amedsporê bi serkeftineke mezin cihê xwe di nav tîmên herî payebilind ên Tirkiyeyê de girt. Piştî têkoşîneke dijwar a di Lîga 1. a Trendyolê de, nûnerê Amedê  bi fermî derket Super Lîgê.

Bi wekheviya pûanan serkeftina dîrokî hat

Di hefteya 38. û dawîn a Lîga 1. de, Amedspor li derva bi tîma Iğdir FK re 3-3 wekhev ma. Bi vê encamê re Amedsporê pûanên xwe derxist 74an. Her çend tîma Esenler Erokspor jî gihîşt 74 pûanan, lê Amedspor ji ber averaja di navbera her du tîman de (ikili averaj) ket rêza jor û piştî Erzurumspor FKê bû tîma duyemîn ku derket Super Lîgê.

Di dîroka klûbê de cara yekem

Ev serkeftin ji bo Amedsporê û hemû alîgirên wê xwedî girîngiyeke taybet e. Klûba kesk û sor, di dîroka xwe de cara yekem e ku mafê beşdarbûna Super Lîgê bi dest dixe. Ev agahî li Amedê û li her derê ku alîgirên Amedsporê lê ne, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Pîrozbahiya yekem ji Galatasarayê hat

Piştî ku serkeftina Amedsporê diyar bû, yekem peyama pîrozbahiyê ji klûba Galatasarayê hat. Klûba zer û sor di peyama xwe de wiha got:

“Em Amedsporê ji bo serkeftina wan û ji bo ku derketine Super Lîga Trendyolê pîroz dikin.”

Van jî bibîne

 

Nivîskar Hasbey Koksal: Hêza Ziman di Cotepeyvan de ye
Amedspor derbasî Lîga Super bû

Nûçeyên Sereke