Tîma Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor derbasî Lîga Super bû.
Di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a TFFyê de, Amedspor ji bo bilêta Lîga Super bû mêhvana Igdir FKyê.
Maça krîtîk bi kelecaneke mezin dest pê kir. Amedspor bi encama 3-3yan rasterast derket Lîga Super.
Maça ku dê qedera Amedsporê ya Lîga Super diyar bikira saet 16:00an li Stadyuma Bajêr a Îdirê dest pê kir.
Di xulekên destpêkê yên maçê de gol hatin avêtin.
Kesên ku li trîbunan û ji ekranên mezin ev maça girîng temaşe dikir bi kelecaneke mezin kêlî bi kêlî lîstik şopand.
Nîvê yekem dijwar bû
Nîvê yekem bi zexta lîstikvanên Amedsporê dest pê kir. Lê tîma Îdirê bi pozîsyona xwe ya ewil golek avêt qeleya Amedsporê.
Igdir FKyê xuleka 6an bi gola Fofana 1-0 ket pêş.
Piştî vê golê tîma kesk û sor zexta xwe zêde kir û xuleka 19an de gola wekheviyê dît.
Hasan Alî Kaldirim goka ku ji nîvê qada xwe bir heta qeleya dijber û gola wekheviyê ya tîma xwe avêt.
Gola duyem a Îdirê ji ber faulê, piştî ku ji aliyê hakem ve di VARê de hat temaşekirin hat betalkirin.
Hakem Alî Yilmaz piştî ku pozîsyona faula li Mehmet Yeşîl a di qada cezayê de ji VARê temaşe kir, biryara penaltiyê da.
Diagne xuleka 45+1ê a nîvê yekem bi gola penaltiyê tîma xwe 2-1 xist pêş.
Îdirê di xuleka dawî ya dema zêde ya nîvê yekem de ji lêdana goşeyê (kornerê) golek kir û careke din wekhevî çêbû. Nîvê yekem 2-2 bi dawî bû.
Di nîvê duyem de Dia Saba derket sehneyê
Amedsporê berovajiyê nîvê yekem xurttir dest bi nîvê duyem kir û gola xwe zû dît.
Dia Saba xuleka derket sehneyê û gok şand nav toran. Bi vê golê Amedspor 3-2 ket pêş.
Lîstikvanên Îdirê xwest ji qadê vekişin
Piştî golê ji trîbunan kel û pel avêtin Qelevanê Amedsporê Erce Kardeşler û ew demeke kurt seqet bû.
Piştî vê bûyerê di navbera lîstikvanên Îdirê de jî alozî derket û wan xwest ji qadê vekişin. Lê paşê bi israra hakem maç ji cihê mayî dest pê kir.
Igdir FKyê xuleka 80yî ya maçê bi gola Atakan careke din gola wekheviyê dîr.
Maç 3-3 qediya û Amedspor bi vê encamê derket Lîga Super.
Amedspor bi vê encama ku stend di dîroka xwe de cara yekem derket Lîga Super.
Li aliyê din, maça Pendikspor û Eroksporê 1-1 wekhev qediya û Eroksporê şansa xwe ya Lîga Super ji maça dawî ya play-offê re hişt.
/Çawkani: Rûdaw/









