Rapirsî: Ciwan ji ber lêçûnên zêde dev ji xeyalên xwe berdidin

ŞIRNEX (Nûpel) – Komeleya Çand û Xwirista Goyan di rapirsiyekê de eşkere kir ku ciwan ji ber lêçûnên zewacê di bin zextekê giran a aborî de ne.

Pêşengên navçeya Qilabanê ya Şirnexê, ku bi şahî û merasîmên xwe yên dawetê navdar in, hinek biryarên nû girtin. Ev biryar li dijî lêçûnên zêde û çalakiyên ku li dijî çanda Kurdî ne, hatin girtin. Komeleya Çand û Xwirista Goyan (Goyi-Der), ku li navçeyê çalak e, derbarê vê mijarê de rapirsiyek amade kir. Li gorî encamên rapirsiyê, ciwan merasîmên dawetê ji aliyê aborî ve wekî barekî giran dibînin.

Daneyên Rapirsiyê

Li gorî rapirsiyê:

• %77ê ciwanan lêçûnên dawetê pir zêde dibînin.

• %76ê wan di wê baweriyê de ne ku divê zêr kêmtir bê kirîn.

Barê Derûnî û Aborî

Pispor destnîşan dikin ku daxwaza daweteke mezin, hem ji aliyê derûnî hem jî ji aliyê aborî ve, li ser milê ciwanan dibe barekî giran. Her wiha qeyrana aborî ya ku roj bi roj kûr dibe, li pêşiya xeyalên ciwanan astengeke mezin e.

Beşeke girîng a beşdaran ji bihayên bilind ên kuafor û organîzasyonan gilî dikin. Beşdar daxwaz dikin ku bihayên van xizmetan werin diyarkirin (standardîzekirin), da ku nehevsengiyên di sektorê de kêm bibin.

Veguherîna Çandî

Di rapirsiyê de li ser veguhertina çandî jî hatiye sekinandin. Beşdar dixwazin ku mercên dawetê ji aliyê aborî ve werin başkirin. Di rapirsiyê de hate pêşniyarkirin ku diyariyên (pere û zêr) mêvanan bidin, divê bi rengekî veşartî bin û neyên eşkere kirin.

 

Van jî bibîne

 

Li Duisburgê Ruhi Su bi stranên wî hat bîranîn
Rewşa tenduristiya Nergis Muhammedi krîtîk e: ‘Tedawiya wê tê astengkirin’

Nûçeyên Sereke