NÛPEL – Malbata parêzvana mafên mirovan Nergis Muhammedi ragihand ku rewşa tenduristiya wê giran bûye, lê rayedarên Îranê destûrê nadin ku ew sewqî nexweşxaneyê bibe û jiyana wê di bin rîskeke mezin de ye.
Malbata Muhammedi ya ku tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê nikare bigihîje tedawiyê, piştî hevdîtina dawî derbarê rewşa wê de agahî da rêxistinên mafên mirovan.
Sewqkirina wê bi awayekî derqanûnî tê astengkirin
Li gorî agahiyên ku malbatê parve kirine, bijîşkên Girtîgeha Zencanê bi daxuyaniyeke fermî ragihandine ku rewşa Muhammedi giran e û divê bi lezgînî ji aliyê bijîşkên pispor ve bê kontrolkirin. Lê belê hat diyarkirin ku Dozgeriya Tehranê bi awayekî derqanûnî pêvajoya sewqkirina nexweşxaneyê asteng dike.
Malbatê destnîşan kir ku Muhammedi dikişîne ber êşên giran ên sîng û serî, kîloya wê bi awayekî neasayî kêm bûye û bêhna wê diçike. Di daxuyaniyê de banga sewqkirina wê ya ji bo navendeke tenduristiyê ya pispor hat kirin û hat gotin:
“Heke ev şert û merc wiha bidomin, jiyana wê dikeve bin rîskeke pir cidî.”
Di girtîgehê de krîza dil derbas kir
Nergis Muhammedi di 24’ê Adarê de krîza dil derbas kiribû û li Girtîgeha Zencanê zêdetirî saetekê bêhiş mabû. Piştre di 30’ê Adarê de sewqî pisporê kardiyolojiyê hatibû kirin. Bijîşkê wê hişyarî dabû ku dermanên ku bijîşkê girtîgehê dane wê dibe ku bibe sedema krîza dil û rîska krîzeke nû her tim heye.
Parêzvana mafan a xwediyê Xelata Nobelê
Nergis Muhammedi ku wek yek ji navên herî girîng ên têkoşîna mafên mirovan li Îran û Rojhilat tê naskirin, di sala 2023’an de ji ber xebatên xwe yên li dijî cezayê darvekirinê û têkoşîna wê ya ji bo mafên jinan, Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû.
Muhammedi, di Çileya 2024’an de piştî neştergeriya tumorê (gurz) ji ber sedemên tenduristiyê bi şertê kontrolê hatibû berdan, lê di Çileya 2025’an de dîsa hatibû girtin û şandin girtîgehê.
Dadgeha Îranê bi tohmeta “avakirin û plankirina rêxistinê” 6 sal, bi tohmeta “belavkirina nûçeyên derew” jî salek û 6 meh cezayê girtîgehê û 2 sal qedexeya derketina derveyî welat li wê bîriye.
/Çavkanî: ÎlkeTv/










