Rejîma Îranê zêdetirî 6 hezar kesan binçavkiriye

CîhanNûçe

🔴 Şerê navbera Îsraîl û Îranê de 40 rojan dom kir, ji wê demê ve li gor daxuyaniya fermandarê giştî yê hêzên polîsên Îranê, zêdetirî 6 hezar kes hatine binçavkirin.

Rejîma Îranê ragihand ji dema despêkirina şer ve ta niha zêdetirî 6 hezar û 500 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi tometên cûda yên siyasî hatine binçavkirin. Her wiha pêla girtinê ya beşdarvanên xwepêşandana dawî jî dewam dikin.

Fermandarê Giştî yê Polîsên Îranê Ehmed Reza Radan di daxuyaniyek ji bo ajansa Tesnîm ya Îranê re diyarkir ku ji dema despêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ta niha zêdetirî 6 hezar û 500 kes bi tometên cûda hatine binçavkirin.

Her wiha diyarkiriye ku ji wana 567 kes rûbirûyê tometên gelek giran bûne ku piraniya caran cezayên wan tometan darvekirinin. Her wiha diyarkir ku pêvajoya girtina kesên tevlî xwepêşandanên dema dawî jî bûne, berdewam dike.

Li aliyê din rêxistinên mafên mirovan diyar dikin rejîma Îranê bi rêya karanîna têgihên giştî û giran yên wek sîxuriyê ya ji sedan girtiyên ku îfadeyên wan dibin zext û êşkenceyê de tên girtin, fikar zêdetir dibin.

Girtinên berdewam ya kesên tevlî xwepêşandanan bûne, nîşan dide ku desthilata rejîma Îranê qeyrana şerê derve wek firsendek ji bo yekalîkirin û bêdengkirina dengên nerazî bikartîne.

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist
Li Sûriyê nirxê kirîna genim nayê qebûlkirin

Nûçeyên Sereke