🔴Mehmet Çevîren ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Qubîna Êlihê dihat ragirtin û duh bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, li navçeya Dêrikê bi beşdariya girseyeke mezin hat veşartin.
NÛPEL – Mehmet Çevîren ku 11 sal bûn di girtîgehê de bû, cenazeyê wî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê hat wergirtin û birin Goristana Taxa Kaleyê. Di merasîma veşartinê de gelek kes amade bûn û girseyê diruşmên wekî “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz kirin.
‘Di Mehekê de Çar Cenaze Derketin’
Piştî veşartina cenaze, Hevserokê TUHAD-DER a Mêrdînê Fettah Tekîn axivî. Tekîn bertek nîşanî mirinên li zindanan da û diyar kir ku di demekê de ku ew li bendê bûn girtî bên berdan, mixabin tenê di nava mehekê de cenazeyên çar girtiyan ji girtîgehan derketine.
Piştre Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday destnîşan kir ku zextên hikûmetê yên li ser girtîgehan didomin û bi sedan girtiyên nexweş rû bi rûyî mirinê ne; Kuday xwest ku hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.
‘Girtîgehên Tîpa S û Y Cihên Mirinê ne’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehên tîpa S û Y. Guneş anî ziman ku wan gelek caran diyar kiriye ku ev girtîgeh “cihên mirinê ne” lê tevî hemû hişyariyan jî tu tevdîr nehatine girtin. Guneş wiha dewam kir:
“Heval Mehmet di hevdîtinan de qala îşkenceyên li girtîgehê kiribû. Em dibêjin ku ev mirin rasterast berpirsyariya dewletê ye. Kesên ku bûne sedema vê mirinê wê teqez hesab bidin û em ê şopdarên vê pêvajoyê bin.”
‘Îdiaya Întîharê Rast nîne’
Di dawiya merasîmê de birayê Çevîren, Welat Çevîren, îdiayên derbarê întîharê de red kirin. Çevîren diyar kir ku birayê wî teqez întîhar nekiriye, wekî malbat bi tu awayî vê îdiayê qebûl nakin û ew ê doza birayê xwe heta dawiyê bişopînin.
/Çavkanî: AW/










