Perdeya Paş a Pêşniyara Îranê: Hemû Rêyên Derketinê Hatine Girtin

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya DYAyê de cih girtine, Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyara nû ya Îranê ya derbarê Tengava Hurmuzê de di civîna Odeya Rewşê ya Koşka Spî de nirxand. Lê belê ji ber ku di pêşniyarê de derbarê bernameya nukleerî de gavên berbiçav tunene, Washingtonê helwestek sar nîşan da.

Detayên Pêşniyarê û Helwesta Washingtonê

Rojnameya The New York Times li ser agahiyên ji rayedarên nenas ragihand ku Îranê bi rêya navbeynkariya Pakistanê pêşniyarek pêşkêşî Amerîkayê kiriye. Di vê planê de dihat xwestin ku agirbest were dirêjkirin an jî bibe mayinde, lê danûstandinên nukleerî tenê piştî vekirina Tengava Hurmuzê û rakirina qedexeyan dest pê bikin.

Rayedarên Amerîkayê diyar dikin ku Tehran di mijara dewlemendkirina uranyumê de tu tawîzan nade û daxwazên Washingtonê yên ji bo rawestandina temamî ya çalakiyên nukleerî red dike.

“Hemû Rêyên Çareseriyê Hatine Girtin”

Li gorî agahiyên ji malpera Axiosê, Trump hefteya borî pêşniyarek din a Îranê red kiriye û hevdîtinên ku dihat hêvîkirin li Îslamabadê werin kirin, ji nişka ve betal kiriye. Rayedarên Koşka Spî bi lêv dikin ku ji ber helwesta hişk a Îranê ya li ser bernameya nukleerî, “wekî çareseriyek ji bo şer, hemû rêyên derketinê hatine kilitkirin.”

Zexta Aborî û Metirsiya Petrolê

Niha li korîdorên Koşka Spî nîqaş li ser bandora dorpêça Tengava Hurmuzê giran dibin. Tê gotin ku hilberîna petrolê ya Îranê ji kapasîteya depokirinê derbas bûye û girtina bîrên petrolê dikare zirareke mezin bide binesaziya aboriya Îranê.

Dema ku hin şêwirmendên Trump bawer dikin ku ev zexta aborî dê Tehranê neçarî peymanê bike, hinekên din jî diyar dikin ku piştî êrîşên bi Îsraîlê re, helwesta Îranê ya li hemberî Washingtonê hîn bêtir tund bûye.

Koşka Spî: “Hêlên Me Yên Sor Eşkere Ne”

Cîgira Berdevka Koşka Spî Olivia Wales derbarê mijarê de daxuyaniyek kurt da û got:

“DYA bi rêya çapemeniyê muzakereyan nake. Hêlên me yên sor eşkere ne. Serok dê tenê peymaneke ku ji bo gelê Amerîkayê û cîhanê rast be, qebûl bike.”

Van jî bibîne

 

Li Êlihê Beraz Êrişî Welatiyan Kir: 3 Birîndar
Lîstika Zarokan a Berê: “Werhayê Werhayê” Hîn Jî Di Bîranînan De Zindî Ye

Nûçeyên Sereke