AMED (Nûpel) – Serokê berê yê Amedsporê Cengîz Dundar ku di bilindbûna klûbê bo Lîga Superê de roleke girîng lîstibû, li ser damezrandina dîroka klûbê û çawaniya gihîştina vê astê nêrînên xwe anîn ziman.
Piştî maçên dawiya hefteyê, Amedspor bi fermî bilindbûna xwe bo Lîga Superê misoger kir û dîroka efsaneya xwe careke din kir navenda bala herkesî. Amedspor di sala 1985’an de bi navê Melîkahmet Turanspor hate damezrandin. Di salên 1990’î de jî di bin banê Şaredariya Amedê de bi navê Diyarbakir Belediye Spor xebatên xwe domand. Di sala 1993’an de, piştî ku Şaredariya Amedê statuya metropolê bi dest xist, navê klûbê bû Klûba Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Di sala 1999’an de klûbê navê DİSKİ Spor girt û heta sala 2010’an bi vî navî dewam kir. Sala 2010’an ji bo klûbê bû xala veguherîneke girîng. Piştî biryara kongreya giştî, navê tîmê hate guhertin û bû Amedspor. Serokê yekemîn ê di bin navê Amedsporê de, Cengîz Dundar bû ku niha Hevşaredarê Peyasê ye.
Cengîz Dundar diyar kir ku wî û çend hevalên xwe yên ku kelecaneke mezin ji bo bajarê xwe biryar dan ku dest bi vê rêwîtiya sporê bikin û wiha got:
“Dema me dest pê kir, em rastî gelek zehmetî û astengiyan hatin. Lê hezkirina me ya ji bo Amedsporê û piştgiriya mezin a gele me yê hêja, me heta îro li ser lingan hişt. Bi vê bawerî û piştgiriya gel, me her astengî derbas kir û gihîştineke dîrokî bi dest xist ku niha li Tirkiye û li cîhanê tê behskirin. Em spasiya hemû kesên ku ji roja yekem ve kelecana me parve kirin, heta îro ked û hewldanên xwe pêşkêş kirin û tevî hemû zehmetiyan piştgiriya me kirin, dikin.”










