Arakçî: Krîza li Kendavê bi rêyên leşkerî nayê çareserkirin

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Piştî gefên serokê DYAyê Donald Trump ên li hemberî Îranê, ji Tehranê bersiveke dîplomatîk hat. Wezîrê Karên Derva yê Îranê Abbas Arakçî destnîşan kir ku aloziya li herêmê bi rêbazên leşkerî çareser nabe û bang li Washingtonê kir ku vegere ser maseya diyalogê.

Aloziya li Tengava Hurmizê her ku diçe zêde dibe. Di bersiva gefa Trump a ku gotibû “em ê wan ji rûyê erdê rakin” de, Îranê bal kişand ser hewildanên dîplomatîk û hişyarî da DYAyê û hevkarên wê yên herêmî ku nekevin xefka provokasyonan.

‘Rêya tenê diyalog e’

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Abbas Arakçî, li Pakistanê derbarê hevdîtinên dîplomatîk de daxuyanî da û diyar kir ku rêya yekane ya derbasbûna ji vê krîzê diyalog e. Arakçî bal kişand ser rîskên tevgera leşkerî ya li herêmê û wiha got:

“Geşedanên li Tengava Hurmizê bi eşkereyî nîşan didin ku ji bo krîzeke siyasî çareseriyeke leşkerî tune ye. Bi saya hewildanên Pakistanê hevdîtin pêş de diçin; divê DYA baldar be ku ji aliyê navendên xerabxwaz ve neyê kişandin nav tevliheviyekê. Her wiha divê Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereban jî bi aqilmendî tevbigere.”

Projeya ‘Azadiyê’ wek ‘girêka kor’ hat pênasekirin

Wezîrê Îranî projeya bi navê “Projeya Azadiyê” ku rêveberiya Trump ji bo koordînasyona derbasbûna keştiyan û ewlehiya tengavê dabû destpêkirin, bi tundî rexne kir. Arakçî parast ku ev proje dê li şûna aramiyê, krîzê kûrtir bike û ev hewildan wekî “girêka kor” pênase kir.

Çi bûbû?

Gefên Trump ên li ser kanala Fox Newsê aloziya li Hurmizê gihandibû lûtkeyê. Trump piştî êrîşa li ser keştiyeke Koreya Başûr, piştrast kiribû ku 7 botên Îranê hatine lêdan. Trump hişyarî dabû ku eger êrîşek li dijî hêzên Amerîkayê pêk bê, ew ê Îranê “ji rûyê erdê rakin”.

Di dema ku civaka navneteweyî ji bo parastina xeta enerjiyê bangên îtidalê dike de, çav li civîna agahdarkirinê ya wezareta parastinê ya DYAyê ne ku dê îro li Washingtonê pêk bê. Tê payîn ku di civînê de biryarên nû yên derbarê hebûna leşkerî ya li tengavê de bên eşkere kirin.

Van jî bibîne

 

Dîroka û Rêwîtiya Efsaneya Amedsporê
Aloziya li Tengava Hurmuzê: Bihayê Petrolê Ber bi Ezmanan ve Firî

Nûçeyên Sereke