Aloziya li Tengava Hurmuzê: Bihayê Petrolê Ber bi Ezmanan ve Firî

AboriNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Ji ber zêdebûna şer û pevçûnên li Tengava Hurmuzê û aloziya di navbera DY-Îranê de, bihayê bermîla petrola Brent %6 zêde bû û ji 114 dolarî derbas bû. Ji destpêka şer û vir ve zêdebûna bihayê petrolê %50 derbas kiriye.

Agirbesta şidokî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DY) û Îranê de, bi pevçûnên li Tengava Hurmuzê re careke din serserî bû. Ev rewş bû sedema erdhejekê di bazarên enerjiyê de û bihayê petrola Brent bi rengekî berbiçav bilind bû.

Pevçûnan Bazar Tetikandin

Piştî ku artêşa DY’yê daxuyand ku wan wek bersiv 6 keştiyên piçûk ên Îranê îmha kirine û daxuyaniya Îmaratê ya derbarê êrişên mûşekî û ÎHA’yan de, fikarên li ser ewlehiya gerdûnî zêde bûn. Her çend Îran daxuyaniyên DY’yê derewandibe jî, bandora vê rageşiyê rasterast li ser bihayan xuya kir.

Trafîka Keştiyan Sekiniye: 20 Hezar Deryavan Mahsur Man

Serokê DY’yê Donald Trump diyar kir ku ew ê ji bo keştiyên bazirganî parastina leşkerî peyda bikin, lê tevî vê daxuyaniyê jî trafîka deryayî hîna venegeriyaye rewşa asayî. Federasyona Karkerên Veguhastina Navneteweyî bang kir ku bêyî garantiyeke tam a ewlehiyê divê keştî di tengavê re derbas nebin.

Li gorî daneyên Rêxistina Deryaçvaniyê ya Navneteweyî:

Nêzî 2 hezar keştî li herêmê rawestiyane.

Nêzî 20 hezar deryavan di nav van keştiyan de mahsur mane.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku girtina tengavê rê li ber veguhastina petrol, gaz û kelûpelên krîtîk digire û aboriya cîhanê dixe xetereyê.

Kêmasiya Hilberînê û Pêşbîniyên Pêşerojê

Ji destpêka şerê ku di dawiya Sibatê de dest pê kiribû heta niha, bihayê bermîla petrola Brent zêdetirî %50 zêde bûye. Tê texmînkirin ku rojane 14,5 mîlyon bermîl kêmasiya hilberînê heye.

Pispor û analîstên enerjiyê destnîşan dikin ku heta lihevkirinek pêk neyê û welat dest bi bikaranîna stokên xwe yên enerjiyê nekin, dê zexta li ser bihayan berdewam bike û dibe ku biha hîn bilindtir bibin.

Van jî bibîne

 

Arakçî: Krîza li Kendavê bi rêyên leşkerî nayê çareserkirin
Trump Bang li Koreya Başûr Kir: Tevlî ‘Projeya Azadiyê’ Bibin

Nûçeyên Sereke