Sira ku bi Sedsalan e di Navbera Licê û Hênê de Nehatiyê Çareserkirin

Uncategorized

AMED (Nûpel) — Di navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê de, efsaneyeke sedsalan ku di nav erdnîgariya çiyayî û çandî ya herêmê de cih girtiye, weke mîraseke zindî berdewam dike. Efsaneya ku li herêma Tilê Ezîm a çiyayê Newzêrkan, di nav sînorên gundê Serdêr ê Hênê de diqewime, heta roja me ya îro jî sira serçaviya ava Enkebîrê diparêze.

Sira Navê Enkebîrê û Lêgerîna Serçaviyê

Her çend di derbarê navê Enkebîrê de çavkaniyeke zelal a nivîskî tune be jî, li herêmê weke Eyn-kebîr (Çaviya Mezin) û Enqebîr jî tê binavkirin. Li gorî gotinên mezinên herêmê, navê kaniyê ji mezinbûn û gurra ava wê tê.

Sira herî mezin a ava Enkebîrê ew e ku ti kes nizane bê ka serçaviya wê ji kû dertê. Di nav gel de gotegotên cuda hene; hinek dibêjin serçavî li Hêga Sûr e, hinek dibêjin li Ebêdanê ya Dilbê, Enqerîsa Wezîrî yan jî li gundê Enehîrê yê li pişt çiyayê Newzêrkan e. Ji ber şibandina navan, îhtîmala herî xurt ew e ku çavkaniya avê ji gundê Enehîrê tê.

Çîroka Şivan û Bilûra ku Bû Sedema Malwêraniyê

Li gorî rîvayetên ku ji neslan derbasî neslan bûne, çîroka herêmî wiha dest pê dike:

Şivanekî ku pezên xwe li çiyayê Newzêrkan diçêrand, bala xwe didê ku nêriyekî ji keriya pez vediqete û wenda dibe. Rojekê şivan dibîne ku biska nêriyî wî şil e û fêhm dike ku nêrî diçe cihekî avê vedixwe. Şivan dikeve pêşiya nêrî û wî dişopîne.

 

Nêrî di nav zinarên asê re xwe berdide qelşikeke kûr û diçe ser aveke zelal. Dema ku şivan xwe li ser qelşîkê re xwar dike da ku li nêrî mêze bike, bilûra wî ji bêrika wî dikeve nav avê û winda dibe.

Piştî demekê, sê kesên ku diçin ser ava Enkebîrê, bilûra şivan di avê de dibînin û ji bo xwediyê wê bibîne, datînin cihekî berçav. Rîvayetekî de jî tê gotin ku bilûrê dibin Serdêr an jî Hênî didaliqînin. Armanç ew e ku dê rojekê rêya şivan pê bikeve û bilûra xwe binase. Rojekê rêya şivan dikeve ser ava Enkebîrê û gava avê vedixwe, siya bilûra xwe di avê de dibîne. Şivan ji kêfa re diqîre: “Min bilûra xwe dît! Ev bilûr a min e!” û fêhm dike ku cihê bilûra wî lê ketibû, serçaviya Enkebîrê bixwe ye.

Sira ku bi Xwînê Hat Vegirtin

Şivan vê serpêhatiya xwe di sûka Hênê de behs dike û nûçe li herêmê belav dibe. Dewleta wê demê şivanî binçav dike û bi soza azadkirinê jê re dibêjin ku cihê serçaviyê nîşanî wan bide û pêşiya avê bigire da ku neherike.

Şivan pêşiya avê bi dar û percînan digire, lê rayedarên dewletê ji bo ev sir eşkere nebe, pêşî sê eskeran dişînin û şivan didin kuştin. Piştre jî, ji bo ti kes bi vê sirrê nizanibe, wan her sê eskeran dikujin. Ji wê rojê ve serçaviya ava Enkebîrê weke sireke tarî dimîne.

Îro Enkebîr: Navenda Geştûguzarî û Aboriyê

Her çend çîroka wê bîranîneke xemgîn li pey xwe hiştibe jî, îro ava Enkebîrê ji bo ciwanên Licê û Hênê di mehên havînê de bûye navendeke giring a geşt û seyranê. Ava Enkebîrê di tîn û kelekela havînê de jî wek teyrikê sar e, bixwe re hênikahiyeke mezin tîne û mirov nikare pênc deqeyan zêdetir di nav de bimîne.

Ev av her wiha çavkaniya jiyanê ya aboriya herêmê ye jî. Bi vê avê bi sedan baxçeyên gundê Serdêr û deşta Dêrxeydê tên avdan. Heta salên 90’î jî li ser vê avê çendîn aşên avê yên gundê Serdêr dihatin gerandin.

Mîrateya vê efsaneyê îro di nav stranên govendî yên herêmî de jî zindî ye. Stranên ku ji aliyê bav û kalan ve hatine afirandin, heta roja me ya îro li ser zarên xelkê herêmê têne gotin:

Hênekê me bi dolabo

Temam şob û şerabo

Hênekê virda wêda

Enkebîr di ortê da

Hênekê me bi çarşî ye

Enkebîr li qarşî ye

 

 

Van jî bibîne

 

Surprîza Mezin di Kûpaya Cîhanê de: Spanyayê nikaribû Giravên Poz Heşîn têk bibe!

Nûçeyên Sereke