🔴Îro Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, li Hewlêrê bi Tom Barrack û Nêçîrvan Barzanî re civiya. Di lûtkeyê de, ewlehî û pêşeroja siyasî ya herêmê hatin gotûbêjkirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li Hewlêrê digel nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo Îraq û Sûriyê Tom Barrack û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.
Li gorî agahiyên destpêkê, di vê civîna sêalî de, geşedanên herî dawî yên li herêmê, rewşa ewlehî û siyasî ya Îraq û Sûriyê, her wiha şerê li dijî terorê hatine guftûgokirin.
Ev civîn di demekê de pêk tê ku guhertinên girîng di polîtîkayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yên li Rojhilata Navîn de çêdibin.
Ev yek wekî peyameke bihêz a hevkariyê, di navbera aliyan de tê nirxandin.
Heta niha daxuyaniyeke fermî û berfireh li ser hûrgiliyên lihevkirinê, ji hêla ti aliyan ve nehatiye belavkirin.
Lê tê çaverêkirin ku di demjimêrên pêş de, daxuyaniyeke hevpar were weşandin.
/Çawkani: nucetv.net/










