NÛPEL – Komeleya Jîngehê ya Mûzirî, piştî sekinandina xebatên firehkirina rê ya li Parka Neteweyî ya Geliyê Mûzirî, bertek nîşanî Yekitiya Muhtaran a Pulûrê da ku projeyê diparêze. Komeleyê destnîşan kir ku tevî hebûna rêyeke alternatîf jî israra li ser rûpela hundirê parka neteweyî ne ji bo gihandinê ye, lê li ser bingeha rant û sermayeyê ye.
Komeleya Jîngehê ya Mûzirî, têkildarî xebatên firehkirina rê ya ku tê xwestin li Parka Neteweyî ya Geliyê Mûzirî were kirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat bîrxistin ku Lijneya Parastina Jîngehê ji ber sedemên wekî statûya parka neteweyî, parastina cureyên endemîk, rîska hezazê û zirar dîtina hewza avê proje rawestandiye; her wiha bertek nîşanî hewldanên Yekitiya Muhtaran a Pulûrê ya ji bo çêkirina rê hat dayîn.
Komeleyê diyar kir ku divê nîqaşa rê ji daxwaza gihandinê wêdetir were nirxandin û weha got: “Li ortê ne pirsgirêka gihandinê ya gel, lê zextên ji bo vekirina gelî ji projeyên li ser bingeha sermayeyê re heye.”
“Li Şûna Parastina Parka Neteweyî, Talan Tê Parastin”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parastina projeya rê ji aliyê yekitiyeke muhtaran ve li şûna parastina qadeke xwedî statûya parka neteweyî, di nava raya giştî de gumanan çêdike û hat gotin: “Li şûna ku yekparebûna ekolojîk a Geliyê Mûzirî were parastin, nêzîkatiyeke ku vekirina gelî ji bo derdorên berjewendiyên aborî hêsan dike, tê nîşandan.”
Komeleya Jîngehê ya Mûzirî parast ku eger rê were firehkirin, gelî dê bi zexta avakirin û çêkirina avahiyan a dijwar re rû bi rû bimîne û ev nirxandin kir: “Bi guncawkirina rê ji bo wesayîtên giran û karsaziyên mezin ên tûrîzmê, tê armanc kirin ku rê li ber tesîsên nû, karsaziyên bazirganî û qadên karanîna rojane ya li gelî bête vekirin. Nirxa xwezayî û bawerî ya Mûzirî tê xwestin ku daxînin asta çalakiyên tûrîzmê.”
Di daxuyaniyê de hat îddîakirin ku hemwelatiyên li gelî dijîn dê bêne îzolekirin û qezanca aborî jî dê ji komên sermayeyê yên ji derveyî herêmê re bête veguhastin.
“Ava Mûzirî Ji Bo Berjewendiyên Bazirganî Tê Bikaranîn”
Komeleyê diyar kir ku ava Mûzirî bi salan e tê xwestin ku bibe metayekî bazirganî û destnîşan kir ku projeya rê nikare ji vê pêvajoyê serbixwe bête girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi armanca kêmkirina lêçûnên barkirin û lojîstîkê, lezkirina kirrûbirra avê û berfirehkirina çalakiyên bazirganî, li ser strukturên xwezayî yên gelî zext tê kirin. Divê ava Mûzirî ya ku çavkaniya jiyanê ye, nebe qurbana hesabên qezancê yên şîrketan.”
“Cureyên Endemîk û Ekosîstem Di Bin Gefê De Ne”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di serî de masiyê mircan ê Mûzirî û gelek cureyên endemîk ên li herêmê dê ji xebatên rê nebaş bandor bibin. Hat destnîşankirin ku hêsankirina gihandinê dikare nêçîra qaçax û zextên li ser jiyana xwezayî zêde bike.
Komeleyê ev îfade bi kar anîn: “Projeyên ku bi îddîaya parastina xwezayê dertên holê, bi demê re vedigherin serîlêdanên ku xwezayê bazirganî dikin. Divê Geliyê Mûzirî raderî vê ferasetê neyê kirin.”
“Tevî Ku Rêya Alternatîf Heye, Hewcedarî Bi Rûpeleke Nû Nîne”
Komeleya Jîngehê ya Mûzirî diyar kir ku ji bo gihandina Pulûrê ji xwe rêyeke alternatîf heye û parast ku israra li ser rûpela di nava parka neteweyî re derbas dibe, ne tercîheke teknîkî, lê tercîheke siyasî û aborî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tevî ku rûpeleke alternatîf a ku dikare ji bo gihandinê bête bikaranîn heye, xwestina derbaskirina rêyeke nû ji dilê parka neteweyî nayê qebûlkirin. Tê dîtin ku ev rewş bêtirî hewcedariya gihandinê, armanca afirandina qadên nû yên rantê hildigire.”
Komeleyê destnîşan kir ku Geliyê Mûzirî ne tenê yê Dersîmê ye, mîrata xwezayî û çandî ya hevpar a tevahiya civakê ye û bang kir ku projeya rê bi temamî bête betalkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de daxwazên weha hatin rêzkirin:
Projeya firehkirina rê ya li hundirê parka neteweyî divê bi temamî bête betalkirin.
Hebûna avê û çavkaniyên xwezayî yên Munzurê divê li gorî berjewendiyên giştî (kamûsal) bêne parastin.
Li gelî divê destûr nedin projeyên ku dê bibin sedema avakirinên nû û rûxandina ekolojîk.
Pêvajoyên biryargirtinê yên saziyên herêmî divê şefaf bibin û ji kontrola rasterast a gel re bêne vekirin.
Komeleya Jîngehê ya Mûzirî daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Parastina Geliyê Mûzirî ne tenê têkoşîna jîngehê ye, têkoşîna parastina jiyanê û pêşeroja hevpar e.”
Çavkanî: Pîrha










