Amedspor Ber bi Şampiyoniyê ve: 90 Deqîqeyên Dawî

NûçeSpor

AMED (Nûpel) – Di Trendyol Lîga 1’emîn de taya şampiyoniyê bilind dibe. Klûba Sporê ya Amedê ku di seranserê sezonê de performanseke serkeftî nîşan da, îro derdikeve maça herî krîtîk a dîroka xwe. Amedspor ji bo ku navê xwe bi tîpên zêrîn binivîsîne û derbasî Super Lîgê bibe, îro bi saeta herêmî 16:00an de li deplasmanê bi Igdirspor FK re tê dikoşe.

Çavên Hemû Kurdan li vê Maçê ye

Ev maç ji bo alîgirên Amedsporê ne tenê pêşbirka tîmekê ye, di heman demê de xwedî wateyeke dîrokî ye. Piştî Diyarbakirsporê, heke Amedspor bi ser bikeve, dê bibe tîma duyemîn a bajêr ku daxilî Super Lîgê dibe. Ev kelecan li her çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê, di nav hemû Kurdan de bi coşeke mezin tê şopandin.

Maçên Din ên Girîng

Di heman saetê de ji bo çarenûsa lîgê du maçên din ên girîng jî hene:

Esenler Erokspor – Pendikspor

Çorumspor – Erzurumspor

Hemû amadekarî li Amedê û li bajarên derdorê hatine temamkirin. Alîgirên ku nekarîn biçin Îdirê, dê li qadên giştî û li ber ekranên mezin bi yek dilî piştgiriyê bidin tîma xwe.

Van jî bibîne

 

Navên Riwekan Di Çanda Kurdî De: Çîroka “Kindirok” û “Rezkê Rûvî”
Li Mêrdînê Ji Bo Kurdî Gava Nû: Platforma Ziman, Çand, Huner û Wêjeyê Hat Avakirin

Nûçeyên Sereke