Serlêdanên Xelatên Rojnamevaniyê yên Musa Anter ên 33’yan Dest Pê Kir

AMED – Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku îsal dê cara 33’yan werin lidarxistin, dest pê kir. Cara yekemîn li ser navê Huseyin Aykol “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” dê were dayîn.

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên 33’yan ku ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) ve tê organîzekirin, dest pê kir. Di pêşbaziya ku bi dirûşma “Parêzvanên heqîqetê bi şopdarên heqîqetê re digihêjin hev” tê lidarxistin de, îsal li ser navê rojnamevan Huseyin Aykol ê ku wefat kiribû, “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” jî dê were dayîn. Serlêdan dê heta 5’ê Îlonê berdewam bikin.

DFG’ê ku daxuyaniya serlêdanê weşand, weha got: “33’yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê, ku bi mebesta zindîgirtina bîranîna sînorê Çapemeriya Kurd û yek ji pêşengên wê Musa Anter (Apê Mûsa), bi rêzdarî bibîranîna rojnamevanên ku di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane û ji bo xuyakirina keda rojnamevanên ku li pey heqîqetê diçin tê lidarxistin, îsal di bin pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) de pêk tê.”

Di daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Ev xelatên ku xwedî raboriyeke zêdetirî sî salî ne, ne tenê organîzasyoneke ku serkeftinên pîşeyî xelat dike ye; di heman demê de hevdîtineke girîng e ku li Tirkiye û Kurdistanê hafizaya kevneşopiya Çapemeniya Azad zindî dihêle. Ev xelat, tevî her cûre zext, sansûr, girtin, binçavkirin û girtinan, nûnertiya bîra hevpar û berxwedana kesên ku dest ji rojnamevaniyê bernedane dike. Di salên borî de, xebatên ku bi sedan rojnamevanan bi pênûs, kamera û wênekêşên xwe afirandine, bi rêya van xelatan gihîştine raya giştî; têkoşîna rojnamevanên ku mafê gel ê girtina agahiyan diparêzin hatiye xuyakirin. Ev kevneşopiya ku bi felsefeya Apê Mûsa ya ‘Heqîqet teqez riya xwe dibîne’ şikl girtiye, îro jî riya kedkarên çapemeniya azad ronî dike. Di serdemek weha de ku rojnamevanî her ku diçe zêdetir di bin zextê de ye, gelek rojnamevan tên darizandin, girtin û ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî dibin hedef, lidarxistina van xelatan peyameke bihêz e ku dibêje heqîqet nayê bêdengkirin.”

DÎROKA DAWÎ YA SERLÊDANÊ 5’Ê ÎLONÊ YE

Dîroka dawî ya serlêdana pêşbaziya xelatê 5’ê Îlonê ye. Encamên pêşbaziyê dê di 15’ê Îlonê de werin eşkere kirin û merasîma xelatdayînê jî îsal di salvegera qetilkirina Apê Mûsa de, yanî di 20’ê Îlonê de li Amedê dê were lidarxistin.

ŞERTÊN TEVLÎBÛNÊ

Şertên ku ji bo pêşbaziyê hatine diyarkirin weha ne:

Her kesê ku xwedî berhem be û şertên di şertnameya teknîkî ya Pêşbaziya Rojnamevaniyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de hatine diyarkirin bi cih bîne, dikare tevli pêşbaziyê bibe.

Endamên lijneya hilbijartinê (jûrî) û endamên lijneya amadekar (di sala ku tê de ne) nikarin tevli pêşbaziyê bibin.

Divê berhemên ku tevli pêşbaziyê dibin berê nehatibin weşandin an jî piştî dîroka 5’ê Îlona 2025’an hatibin weşandin.

Di Beşa Nûçeyên Kurdî de, mirov dikare bi hemû zaravên kurdî tevli pêşbaziyê bibe.

Berhemên ku ji bo pêşbaziyê tên şandin, divê li gorî pîvanên rojnamevaniyê hatibin amadekirin; xwedî nirxa nûçeyê bin, berjewendiya giştî biparêzin û xebateke resen a rojnamevaniyê bin.

Beşdar dikare bi wan berhemên xwe yên ku berê an jî hevdem di tu pêşbaziyeke din de xelat, mansiyon û pêşangeh negirtine, tevli bibe.

Heke derkeve holê ku berhemek berê an jî hevdem di pêşbaziyeke din de xelat, mansiyon an jî mafê pêşanddanê girtiye, derbarê beşdar de pêvajoya binpêkirina qaîdeyan tê sepandin û xelata ku girtiye tê betalkirin. Heke xelat hatibe girtin, divê ji aliyê beşdar ve were vegerandin. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafê daxwazê ava nake. Di derbarê her beşdarê ku li ser berhemê guhertinan bike da ku berhema ne a wî/wê wek a xwe nîşan bide û jûriyê bixapîne, ji aliyê jûriyê ve pêvajoya binpêkirina qaîdeyan tê meşandin.

Tê qebûlkirin ku hemû beşdarên ku berhemên xwe dişînin pêşbaziyê, xalên di şertnameyê de qebûl kirine. Beşdarên ku li gora van şertan tevnegerin dê ji pêşbaziyê werin derxistin.

Heke berhem nehatibe weşandin; navê berhemê, cih û dema ku hatiye kişandin an xêzkirin; heke hatibe weşandin; agahiyên wekî rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û dîroka weşanê û kopiyeke weşanê divê di dosyayê de hebe.

Beşdar divê kurtejiyan, navnîşana ragihandinê, nivîsa agahdariyê ya li ser berhemê û wêneyekî xwe li dosyaya serlêdanê zêde bikin.

Berhemên ku tên şandin nayên vegerandin û dê bikaribin di organên weşanê yên ku ji aliyê lijneya amadekar ve tên diyarkirin de werin weşandin.

BEŞÊN PÊŞBAZIYÊ Û FORMATÊN ŞANDINÊ

Beşdar dikarin bi xebatên xwedî nirxa nûçeyê yên di kategoriyên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û sporê de tevli bibin.

Nûçeyên ku dê tevli pêşbaziyê bibin heke di çapemeniya nivîskî de hatibin weşandin bi formata PDF, heke di medyaya înternetê de hatibin weşandin bi formata Wordê dikarin ji navnîşana e-peyamê re werin şandin.

Di beşa wêneyan de, li quncika çepê ya jêrîn a pişta xebatan, dê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê berhemê bi etîketekê were nivîsandin. Divê dema kişandinê, cih û navê nûçeyê were diyarkirin. Mezinahiya berhemên ku di beşa wêneyan de werin şandin divê weha be: qiraxa kurt herî kêm 2000 pîksel, bi formata JPG, di çareseriya (resolution) 300DPI de û di kalîteya pestandina (compression) 12’an de be. Heke lijneya hilbizartinê pêwîst bibîne, dikare halê orîjînal (Raw) yê wêneyî ji beşdar bixwaze. Wêneyên ku li ser wan hatiye lîstin û rastiya wan hatiye guhertin (ji bilî mîhengên ronahî, reng û kontrastê) dernakevin nirxandinê. Wêne dikarin bi formata JPG ji navnîşana e-peyamê ya li jêr re werin şandin. Divê wêne xwedî taybetmendiya “wêneyê nûçeyê” bin.

Di beşa karîkatûrê de, navê berhemê dê li quncika çepê ya jêrîn a pişta berhemê bi etîketekê were nivîsandin. Xêzkar di teknîka ku bikar tîne de serbest e. Lê divê berhem orîjînal bin. Bi şerta ku ji aliyê hunermend ve hatibe îmzekirin (îmzeya şil), hilberên çapa dîjîtal jî tên qebûlkirin. Mezinahiya karîkatûrê divê herî kêm A4 (21 cm x 29,7 cm) û herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û li ser tu zemînekê nehatibe zeliqandin. Karîkatûr dikarin bi formata JPG ji navnîşana e-peyamê ya li jêr re werin şandin.

Di beşa Nûçeya Dîmenî (Video Nûçe) de, divê berhemên ku werin şandin di televizyon, televizyona înternetê, ajansa nûçeyan, platformên nûçeyan ên dîjîtal an jî di mecrayên rojnamevaniya serbixwe de hatibin weşandin û xwedî taybetmendiya nûçeyê bin. Digel berhemên ku ji bo pêşbaziyê tên şandin; divê nav-paşnavê xwediyê berhemê, navê berhemê, mecrayê ku tê de hatiye weşandin, dîroka weşanê, mijara nûçeyê û agahiyên cih û dema kişandinê werin diyarkirin.

Berhem divê bi formata MP4, MOV an MPEG, herî kêm bi çareseriya Full HD (1920×1080) û di kalîteya weşana orîjînal de werin şandin. Demjimêra vîdeo nûçeyan divê herî zêde 15 hûrdem be. Xebatên dirêjtir tenê di rewşa ku lijneya hilbijartinê guncan bibîne dikarin werin nirxandin.

Li ser dîmenan tu manîpûlasyonên ku rastiya nûçeyê biguherînin nayên kirin. Pêvajoyên teknîkî yên mîna kurgu (montaj), sererastkirina deng, reng û ronahiyê tên qebûlkirin; lê zêdekirin an derxistina kes, tişt an bûyeran ku naverok û rastiya nûçeyê biguherîne, sedema derveyî nirxandinê hiştinê ye.

Lijneya hilbijartinê di rewşên pêwîst de dikare qeydên xav (fîşên orîjînal ên vîdeoyê) an jî belge û lînkên ku nîşan didin nûçe hatiye weşandin, ji pêşbazkar daxwaz bike.

Berhemên ku ji bo pêşbaziyê werin şandin, di hawirdora dîjîtal de, ji navnîşana e-postaya ku li jêr hatî diyarkirin re bi rêya ‘wetransfer’ê an jî li ser pergala serlêdana dîjîtal a ku dê were ragihandin dikarin werin şandin. Pêdivî ye ku berhem xwedî taybetmendiya ‘vîdeo nûçe/nûçeya dîmenî’ bin û berhema fealiyeta rojnamevaniyê bin.

XELATA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YA HUSEYİN AYKOL

Îsal cara yekemîn li ser navê kedkarê Çapemeniya Azad û yek ji duayenên rojnamevaniyê Hüseyin Aykol ê ku di 31’ê Kanûna 2025’an de jiyana xwe ji dest dabû, “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” dê were dayîn. Ev xelat ji aliyê lijneya amadekar ve, bi nêrîn û erêkirina lijneya hilbijartinê (jûrî) dê were diyarkirin. Xelat, tevî berhemên ku tevli pêşbaziyê bûne, dikare ji bo kes, sazî û rêxistinên ku bi xebatên xwe yên di qada azadiya çapemeniyê de derketine pêş û kesên ku di qada mafên mirovan û azadiyan de xebatê dimeşînin re were dayîn.

ENDAMÊN JÛRIYÊ

Jûriya nûçeyên tirkî: Ali Duran Topuz, Candan Yıldız, Faruk Bildirici, Mahmut Bozarslan, Özlem Akarsu Çelik, Serdar Altan.

Jûriya nûçeyên kurdî: Botan Germiyanî, Elîf Can Alkan, Mehmet Alî Ertaş, Munevver Karademîr, Turabî Kîşîn, Zinar Yıldız.

Jûriya nûçeyên dîmenî (Vîdeo): Banu Güven, Heval Arslan, Kazım Kızıl, Kesira Önel, Turgut Dedeoğlu.

Jûriya wêneyan: Abdurrahman Gök, Aylin Kızıl, Bülent Kılıç, Gülşin Ketenci, Mehmet Mahsum Süer, Özcan Yaman.

Jûriya karîkatûrê: Aslı Alpar, Erceren, Roni Batte.

NAVNÎŞANÊN SERLÊDANÊ

Navnîşanên ku berhem dê jê re werin şandin:

e-posta: apemusaozgurbasin@gmail.com

Telefon: 0 (530) 186 80 76

Navnîşan: Tax: Kooperatifler. Kuçe: Ofis Kuçeya Hunerê. Avahî: Halitoglu Sanat. Hejmara Deriyê derve: 17. Hejmara Deriyê Hundir:3. Yenişehir/Amed

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Şandeya Îmraliyê bi Numan Kurtulmuş re civiya
Kûrsên avjenî û sporê yên Pêyasê dest pê dikin 

Nûçeyên Sereke