MÊRDÎN (Nûpel)– Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, di çarçoveya “Şeniyên Biharê” de konsereke bicoş a Koma Amedê hat lidarxistin. Di konserê de ku li Qada Fuarê ya Artukluyê bi tevlîbûna deh hezaran kesan pêk hat, stranan ji bo aştiyê hatin strandin.
Saetan beriya konserê qada pîrozbahiyê ji aliyê girseyê ve hat tijîkirin. Ji ber qelebalixiya zêde, gelek kesan ji bo wesayîtên xwe cihê parkkirinê nedîtin û neçar man ku vegerin. Li qadê pankarta bi nivîsa “Ziman, çand û wêje beşek ji çanda şoreşgeriyê ye” hat daleqandin.
‘Hunera Kurdî Nasnameya Gelê Kurd e’
Beriya konserê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, axaftinek kir. Turk, bal kişand ser girîngiya ziman û çandê û wiha got:
“Gelê Kurd roj bi roj xwedî li çand, huner û zimanê xwe derdikeve. Hunera Kurdî û muzîka wê, bi rastî jî nasnameya gelê Kurd e. Hunermend û çîrokbêjên Kurd, welatparêziya gelê Kurd parastin. Em bi deng û çîrokên wan xwe nas kirin û xwedî li paşeroj û aştiya xwe derketin.”
Turk, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Mêrdîn bajarekî pirçandî ye û wiha pê de çû: “Gelê Mêrdînê ne tenê zimanê Kurdî, her wiha zimanên Suryanî û Erebî jî her dem parastine. Divê di siyaset û yekîtiya demokratîk de gavên girîng bên avêtin. Ji bo vê jî divê yekîtiya gelê Kurd ava bibe û em xwedî li saziyên xwe, siyaseta xwe û Birêz Abdullah Ocalan derkevin. Di demeke nêz de divê em bigihîjin azadiya xwe.”
Peyamên Aştiyê Hatin Dayîn
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Beritan Guneş Altin û Hevserokên Şaredariya Artukluyê Mehmet Ali Amak û Munevver Olker jî beşdarî konserê bûn. Hevserok û parlamenterê girse silav kirin û diyar kirin ku Koma Amedê ji rabirdûyê heta îro bi muzîka xwe her dem peyamên aştiyê dane.
Stran Ji Bo Aştiyê Hatin Gotin
Piştî axaftinan, Koma Amedê derkete ser dikê û stranên xwe yên unutilmaz ji bo aştiyê strandin. Hat ragihandin ku solîsta Koma Amedê Serap Sonmez ji ber ku emeliyat bûbû, nekarî beşdarî konserê bibe.
Di konserê de ku heta derengiya şevê berdewam kir, welatiyan bi yek dengî rîtma stranan girtin û bi govendên bicoş şev bi dawî kirin.
Çavkanî: MA










