Spanya li hemberî Erebistana Siûdî golbaran kir: 4-0

NûçeSpor

NÛPEL – Di çarçoveya lîstikên hefteya duyemîn a Kûpê Cîhanê ya FIFA 2026’ê de, di Koma H’yê de Spanya û Erebistana Siûdî hatin hemberî hev. Spanyayê bi performansa xwe ya bilind şanoya stadyumê kir ya xwe û bi encama 4-0’ê serkeftineke zelal bi dest xist.

Spanyayê ku di lîstikê de kontrola xwe zû bi dest xist, di deqîqeya 10’an de bi gola Lamine Yamal 1-0 ket pêş. Oyarzabalê ku di gola yekem de asîst kiribû, di navbera deqîqeyên 21 û 23’an de du golên li pey hev avêtin û tîma xwe di nîveka yekem de 3-0 li pêş hişt.

Di nîveka duyemîn de, di deqîqeya 49’an de lîstikvanê Erebistana Siûdî Tambakti bi xeletî topê şand tora tîma xwe û encama dawî ya lîstikê 4-0 diyar bû.

Bi vê encamê re, Spanya pûana xwe kir 4 û hêviyên xwe yên ji bo derketina ji komê xurt kir. Erebistana Siûdî jî bi 1 pûanê di komê de ma.

Di hefteya dawî ya komê de, Spanya dê bi Ûrûgûayê re bilîze, Erebistana Siûdî jî ji bo bidestxistina pûanan dê hemberî Giravên Kapa Verde derkeve qadê.

Van jî bibîne

 

Di navbera Belçîka û Îranê de dengek derneket
Bîranîna Madimakê: Em rûbirûbûn û dadmendiyê dixwazin

Nûçeyên Sereke