Heyeta DEM Partiyê piştî biryara “Bêhukmiya Teqez” serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kir. Tê payin ku piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar ji çapemeniyê re bê dayin.
Heyeta DEM Partiyê piştî biryara “Bêhukmiya Teqez” bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtin kir.
Hevdîtin li Koma Meclîsê ya CHP’ê pêk hat û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan, Serokwekîlê Komê Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberiya Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî beşdar bûn.
Tê payin ku piştî hevdîtinê heyet civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar bixin.
/Çawkani: ANF/










