NÛPEL – Di çarçoveya Kûpê Cîhanî yê 2026’an de, di maça duyemîn a Koma G’yê de, Belçîka û Îranê nikaribûn tora hev bihejînin û maç bi encama 0-0 bi dawî bû.
Di Kûpê Cîhanî yê 2026’an a ku bi heyecaneke mezin didome de, di Koma G’yê de pêşbirka navbera Belçîka û Îranê de dengê golê derneket. Maça ku li Stadyuma Los Angelesê hate lîstin, bi heman awayê ku dest pê kiribû, bêyî gol bi dawî bû.
Di maçê de kêliyên krîtîk
Di nîvê yekem ê pêşbirkê de, tîma Îranê gihîşt armanca xwe û gol avêt, lê piştî kontrola VAR’ê gol hate betalkirin. Di nîvê duyemîn ê maçê de, di deqîqeya 67’an de lîstikvanê Belçîkayê Nathan Ngoy bi dîtina qerta sor ji lîstikê hate avêtin û tîma wî di deqîqeyên mayî de bi 10 lîstikvanan li hemberî Îranê têkoşiya.
Rewşa dawî ya komê
Bi vê encamê re, her du tîman jî puanên xwe kirin 2. Di hefteya dawî ya komê de, Belçîka dê bi tîma Zelanda Nû re rû bi rû bimîne. Îran jî dê di maça xwe ya girîng a dawî de derkeve hemberî Misirê.








