AMED (Nûpel) – Şaredariya Peyasê ji bo xwendekarên ku li saziyên perwerdehiyê yên şaredariyê ji bo ezmûna LGSê amadekariyê dikin, seyranek moral û motîvasyonê beriya ezmûnê organîze kir.
Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ji bo xwendekarên ku dê di 13ê Hezîranê de beşdarî ezmûna LGSê bibin, xwendekarên ku li navendên perwerdehiyê yên Xelîl Birahîm Oruç, Aydin Erdem û Akademiya Zanînê yên şaredariyê amadekariyan dikin, seyranek bi armanca bilindkirina moral û motîvasyonê organîze kir. 300 xwendekar li seyrangeha Şaredariya Bajarê Mezin hatin gel hev, bi rêya lîstik, muzîk û pêşbaziyan moralê xwe beriya ezmûnê bilind kirin. Hevşaredar Cengîz Dundar, Alîkarê Hevşaredaran û xebatkarên navendên perwerdehiyê dixebitin bi xwendekaran re tevlî seyranê bûn û hevşaredar diyar kir ku biryardarî û bawerî mifteyên derbaskirina her astengiyan e. Li hemberî pergala ezmûnê ya neheq, ji bo ciwanan peydakirina derfet û çavkaniyan didomînin û ji xwendekarên ku têkevin ezmûnan re serkeftin xwest.
Qada pîknîkê hate paqijkirin
Di heman demê de ji bo ku feraseta paqijkirina derdorê û parastina xwezayê xurttir bikin, xwendekaran bi hev re qada seyranê paqij kirin.











