🔴Parlamenterê DEM Partiyê yê Agirîyê Sirri Sakik bi Serokkomarê Tirkiyê Erdogan re civiya û diyar kir ku rojeva civîna wan avêtina gavên qanûnî bû.
Ev demek e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo pêşketina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, mijara gav avêtinên qanûnî ji aliyê desthilata Tirkiyê de, rojeveke sereke ye.
Tevî bangan jî, desthilata AKPê heta niha erkên ku jê tên xwestin pêk neanîne û ji bo gavên qanûnî mekanîzmayên dewletê naxe tevgerê.
Herî dawî di 4ê gulanê de ji bo nîqaşkirina vê mijarê Parlamenterê DEM Partiyê yê Agirîyê Sirri Sakik bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya
Siri Sakik têkildarî hevdîtina xwe de, ev agahî da raya giştî:
“Min di hevdîtinê de ji bo daxwaza gelê me ya aştî, demokrasî, edaletê û ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, pêwîstiya bi avêtina gavên şênber ragihand.
Min anî ziman ku daxwaza hevpar a gelên Tirkiyê jî bi dawîbûna şer e. Ez hêvî dikim ku ev hevdîtin piştgiriya çareseriya pirsgirêkan bike.”
Çarçoveya çêkirina qanûnan rojeva civîna DEM Partiyê bû
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan, bi hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî bi heman rojevê civiyan.
Hat zanîn ku di civînê de qonaxa ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîştiyê, di vê çerçoveyê de xebatên ku dê bên kirin, hatin gotûbêjkirin.
Dîsa şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Rihayê Mithat Sancar pêk dihat li Meclîsê bi şandeya AKP’ê re civiyan.
Li gor agahiyên di civînê de, çerçoveya çêkirina qanûnan û pêşnûmeya qanûnan hatiye gotûbêjkirin.
Her wiha DEM Partî li ser çerçoveya qanûnekê dixebite û bi partiyên siyasî re jî di nava dan û standinê de ne.
Li gorî çavkaniya Ajansa Welat DEM Partî ji bo çerçoveya qanûnê li ser pêşnûmeyekê dixebite û li ser vê bingehê bi hemû partiyên siyasî re di nava dan û standinan de ne.
‘Abdullah Ocalan ji bo pêvajo nexitime hin pêşniyarên qanûnî kirine’
Her wiha li gor heman çavkaniyê, hiqûqnas li ser pêşnûmeyê dixebitin û piştî xebat bi dawî bibe wê ji raya giştî re parve bikin.
Tê gotin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî ya bi şandeya DEM Partiyê re ji bo xitimîna di pêvajoyê de derbas bibe hin pêşniyar kirine.
Tevî van hewildanan jî niha pirs ew e, gelo wê heta dawiya meha hezîranê beriya Meclisa Tirkiyê bikeve betlaneya werza havînê wê gavên qanûnî bên avîtin an na?
/Çawkani: nucetv.net/










