ŞIRNEX (Nûpel) – Dengbêjê navdar Kerîmê Jîrkî li ser hunera niha nirxandin kirin û got: “Gelek dengbêjiyên me niha meqamên wan hatine guhertin û gotinên wan jî hatine guhertin. Bi dîtina min, divê eslê wan bê parastin.”
Kerîmê Jîrkî dibêje ku bi guherîna meqamên stranan re gelek govend jî winda bûne û êdî nayên zanîn. Dengbêjê herêma Botan Kerîmê Jîrkî, ku bi stranên dengbêjiyê û stranên xwe yên dawetan navdar e, ji Nûpel TVyê re axivî.
Gelek stran û dengbêjiyan li gorî meqamê wan dizane
Bavê Kerîmê Jîrkî, Findiyê Findî, dengbêjekî navdar ê herêma Elkê bûye. Wî bi deng û awazê xwe yê cuda şahî geştir dikirin. Kerîmê Jîrkî jî tevî bavê xwe beşdarî şahiyan dibe û bi hev re distirên.
Dengbêj Kerîm dibêje: “Min bêhesab stran û govend ji bavê xwe girtine.” Ew govend û stranên kevin ên herêmê baş dizane û li gorî meqamê wan ê resen distirê. Kerîmê Jîrkî diyar dike ku niha meqamê resen ê stranan hatiye guhertin û ev yek wî xemgîn dike.
Banga ji bo ciwanan û parastina çandê
Dengbêj Kerîm dixwaze ku ew govend winda nebin û wan hînî ciwanan bike. Bi piştgiriyekê, ew ê bikaribe gelek govendên windabûyî tevî stranên wan bigihîne nifşên nû. Ew bi xwe re deryayeke çanda Kurdî parastiye.
Kerîmê Jîrkî gelek meqamên stranan ji bo Nûpel TVyê gotin. Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan dike ku dengbêj xwedî nirx in, lê Kurd hîn jî qedrê wan wekî pêwîst nizanin.
“Çanda me ji bo me girîng e û hebûna me ye. Dengbêj jî parastvanên vê hebûnê ne. Xelk tenê bi dengbêjan re wêneyekî dikişînin; qedrê ku didinê tenê ev e. Ji bo dengbêj û stranbêjên Kurd ên nû re jî rêza min heye, bila ji gotinên min nexeyidin. Gelek ji wan wisa guh lê bûne.”









