Dengê Jinan ji Stenbolê Bilind Bû: “Edaleta Rast, bi Têkoşînê Tê”

JinNûçe

STENBOL (Nûpel) – Jinên ku aqûbeta Gulistan Doku pirsîn û bertek nîşanî biryarên sînorkirinê yên di dosyaya Rojîn Kabaiş de dan, wiha gotin: “Gerîna kesên bi kujeran re hevkariyê dikin bi dest û milên vekirî, berdewamiya polîtîkayên bêcezahiştinê ye.”

Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaiş û Gulistan Doku, ji ber Operaya Sureyya ya li Kadikoya Stenbolê heta Meydana Khalkedonê meşek li dar xistin.

Di meşê de pankarta “Ji Gulistan Doku heta Rojîn Kabaiş Em ê Adaleta Rast Pêk Bînin” hat vekirin û dowîzên “Kuştina jinan polîtîk e” û wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin.

Di meşê de gelek caran siloganên “Biparêze, pak neke, darizîne”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Ji Gulistanê heta Rojînê em di serhildanê de ne” hatin berzkirin.

Piştî meşê li Meydana Khalkedonê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de metna çapemeniyê ji aliyê Dilxwaza Komîsyonên Edaletê ya ji bo Gulistan Doku, Şeyma Çoban ve hat xwendin.

Şeymanur Çoban bal kişand ser wê yekê ku ew ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaiş, Gulistan Doku û hemû mirinên gumanbar ên jinan têdikoşin û wiha got:

“Wek jin em careke din li kolanan in. Em dengê xwe li dijî mekanîzmayên ku kujeran pak dikin bi gotina ‘Ne întîhar, cinayet e’ bilind dikin; em radigihînin ku em li vir in da ku tundiya dewletê ya mêrserwer û vê qirima li dijî zayenda jinê tê birêxistinkirin, teşhir bikin. Tiştên ku îro di dosyaya Gulistan Doku ya ku ji 5’ê Rêbendana 2020’an vir ve agahî jê nayê girtin de diqewimin, bi saya têkoşîna jinan a bi salan e. Daxwazên malbata Gulistan û me jinan ên ji bo darizandina Zainal Abarakov hatin nedîtin, çav li tarîkirina delîlan a zirbavê wî polîsê malnişîn Engin Yücer hat girtin. Waliyê wê demê Tuncay Sonel bêyî ku xwe bispêre tu delîlên şonkî (somut), ji malbatê re got ‘Keça we întîhar kiriye’ û xwest dosyayê bigire. Dema ku emniyetê bi derewa ‘kamerayan xira ne, qeyd nayên çareserkirin’ raya giştî mijûl dikir, pisporên dilxwaz ên ku me dîtibûn derxistin holê ku di wê avê de tu liv û tevger tuneye. Îro jî tê îtirafkirin ku Gulistan qet neçûye wî bendavî.”

Pêşniyazpirs bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin’

Şeyma Çoban diyar kir ku desthilatdarî û mekanîzmaya darizandinê ji bo bêdengkirina malbata Gulistan Doku û jinan her rê ceribandiye û wiha anî ziman: “Tayyip Erdogan ji bo malbatê ji rêxistinên jinan dûr bixe daxuyanî didan, Wezîrê Edaletê yê wê demê Bekir Bozdağ malbata ku li edaletê digeriya ji ber derî vegerand, Süleyman Soylu di Meclîsê de tutanaqên bi naveroka ‘Lêpirsîna edlî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê ve tê şopandin û îdiayên derbarê Vali Tuncay Sonel de bêbingeh in’ amade kiribû. Dema ku pêşniyazpirsên pêşkêşî Meclîsê hatin kirin bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin, dayika Gulistan û xwişka wê ji ber ku pirsîn ‘Gulistan li ku ye?’ li nava kolanan bi teqme û îşkenceyê hatin binçavkirin.”

‘Em van polîtîkayên bêcezahiştinê pir baş nas dikin’

Şeyma Çoban diyar kir ku di dosyaya Gulistan Doku de şebekeyek derketiye holê û daxuyaniya xwe wiha domand:

“Eşkere dibe ku Gulistan Doku ji aliyê kurê waliyê wê demê Mustafa Türkay Sonel û kesên pê re rastî êrîşa zayendî hatiye, qeydên nexweşxaneyê jî bi destê serbijîşkê wê demê Çağdaş Özdemir hatine jêbirin. Serbijîşkê ku bûye şirîkê vê sûcî, bi kirina Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr hat xelatkirin; di vê tora qirêj de dewlet di serî de, walîtî, nexweşxane û emniyet bi destê hev delîl tarî kirine. Lê belê îro em hîn jî bi edaleteke kêm re rû bi rû ne. Navên wek Uğurcan Açıkgöz ê ku nêzîkatiya wî bi Mustafa Türkay Sonel re diyar e û di dîmenên cihê Gulistan lê dixebitî de tê dîtin ku bi kujeran re ye, berpirsên kamerayên zanîngehê Savaş Göktürk û Süleyman Önal bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Em vê qebûl nakin! Gerîna kesên bi kujeran re hevkariyê dikin bi dest û milên vekirî, berdewamiya polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Em van polîtîkayan pir baş nas dikin!”

Daxwaz hatin rêzkirin

Şeyma Çoban daxwazên xwe yên derbarê lêpirsînên Gulistan Doku û Rojîn Kabaiş de wiha rêz kirin:

Aqûbeta Gulistan Doku bi her awayî were eşkere kirin, cihê wê were ragihandin û cenazeyê wê tavilê radestî malbata wê bibe!

Derbarê hemû kes û saziyên ku îhmal, berpirsiyarî û tarîkirina delîlan kirine de ji bo girtinê lêpirsîneke çalak were meşandin!

Biryarên sîmorkirinê yên di dosyaya Rojîn de tavilê werin rakirin. Werê eşkere kirin ku DNA’yên du mêran ên di bedena Rojîn de hatine dîtin aîdî kî ne. Telefona Rojîn tavilê werê vekirin.

Hemû kes û saziyên ku bûne sedem dosya 19 meh in bi pêş ve neçe, delîl tarî kirine û kujeran diparêzin werin darizandin.

Ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan, dewlet wezîfeya xwe bi cih bîne.

/Çavkanî: MA/

Derbi bi Rengê Galatasarayê: 3 Gol, 3 Puan!
Li Şemzînanê Bûyereke Xemgîn: Zarokekî 8 Salî Ket Çem û Winda Bû

Nûçeyên Sereke