Heyeta DEM Partiyê Ji Îmraliyê Vegeriya

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), piştî ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî, ji giravê vegeriya.

​Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Ozgur Erol, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re vegeriyan. Tê payîn ku heyet di demeke nêz de derbarê naverok û hûrgiliyên vê hevdîtinê de daxuyaniyeke fermî bide raya giştî.

​Heyetê herî dawî di 27’ê Adarê de serdana Îmraliyê kiribû û bi Abdullah Ocalan re rûniştibû.

Van jî bibîne

 

Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Hevpeyvîn: Kena Herî Xweşik a Çiyan: Evîna Dilan

Nûçeyên Sereke