NÛPEL – Gurkêl, li gorî nexşeyên îdarî yên îroyîn, girêdayî navçeya Qilabana parêzgeha Şirnexê ye. Ew çend kîlometre dûrî gundê Şêxan e û navê kelehekê û Mîrnişîneke Kurdî ya Serdema Navîn e. Keleha Gurkêlê, navenda rêveberiya Mîrnişîna dîrokî ya Gurkêlê bû. Ji destpêka salên hezaran ve navenda sereke ya mîrnişînê ev keleh bû û heta 13’ê Gulanê ya sala 1838’an, bi sedsalan hebûna xwe domand û bû navenda siyasî ya herî girîng û balkêş a herêmê.
Berî 803 salan, dîrokzanekî girîng ê wê demê bi navê Yaqût el-Hemewî, di berhema xwe ya bi navê Mu’cemû’l-Bûldan de dema ku li ser herêma Zozanê agahî dide, ji bo girîngiya Keleha Gurkêlê wiha dibêje:
“Zozan, ji Cizîra Îbnî Omer dest pê dike û ber bi aliyê rojhilatê Dîclê ve herêmeke fireh e. Ji dûriya du rojan ji Mûsilê dest pê dike û heta sînorê Xelatê dirêj dibe. Heta sînorên herêma Selmasê diçe û li Azerbaycanê bi dawî dibe. Li vir gelek kelehên baş parastî hene ku ji aliyê Beşnewî û Buhtiyên Kurd ve tên rêvebirin. Di nav kelehên Beşnewiyan de Barg û Başir hene. Keleha herî mezin a Buhtiyan jî Keleha Curcil e. [1] Ev der bingeha desthilatdariya wan e, lê Atil û Allus jî yên wan in. Li hemberî van kelehan, kelehên ku mîr û xwediyên wan di destên xwe de digirin ev in: Algî, Erûh, Bahewha, Barhuh, Kinkivar, Nîruh û Hoşap. Gelê vê herêmê bi temamî Kurd e.” [2]
Ev keleha ku ji aliyê dîrokzanê wê demê Yaqût el-Hemewî ve wekî “Curcîl” tê behskirin, keleha Gurgîl/Gurkêlê bixwe ye. Ji ber ku di zimanê Erebî de tîpa “G” (غ) tune ye, di gelek navên cihan de li şûna tîpa “G” tîpa “C” tê bikaranîn. Hin mînakên vê yekê ev in: Gûdî dibe Cûdî, Erzingan dibe Erzincan, Azerbaygan dibe Azerbaycan, Gelalî dibe Celalî, Gzîro dibe Cizîr û hwd. [3]
Di destê me de belgeya herî kevn a ku behsa Gurkêlê dike ev berhem e. Dîrokzanê Serdema Navîn Yaqût el-Hemewî, dema ku di derbarê Gurkêlê de agahî dide, di heman demê de kelehên girîng ên herêmê jî rêz dike. Li ser van kelehên ku dîrokzan berî sedsalan behs kirine, ez ê di nivîseke din de bi berfirehî binivîsim.
Li vir ez ê tenê behsa Hoşapê bikim û dîsa vegerim ser mijara sereke ya nivîsê. Wekî ku tê dîtin, Yaqût el-Hemewî di sala 1223’an de behsa Hoşapê dike. Wekî ku min di gelek nivîsên xwe yên berê de jî nivîsîbû, kelehên ku Mîrnişînên Kurd ên Serdema Navîn bi kar dianîn, kelehên xwedî paşerojeke bi hezaran salan in. Ev kelehana tenê li gorî şert û mercên demê hatine nûkirin û modernîzekirin.
Wekî mînak; Keleha Hoşapê ji aliyê dîrokî ve heta serdema Urartûyan xwedî paşerojeke dirêj e. Mîrê Kurd ê Serdema Navîn, Mehmûdiyê Silêman Beg, vê kelehê di sala 1643’yan a Miladî de (H. 1052) modernîze kir û kir navenda rêveberiya xwe. Em dibînin ku 420 sal berî ku Mehmûdiyê Silêman Beg Hoşapê bike navenda sereke ya rêveberiyê, ev der jixwe yek ji kelehên stratejîk ên herî girîng bû.
Kurdên Beşnewî ku Yaqût el-Hemewî behsa wan kiribû jî di gelek çavkaniyên Serdema Navîn de derbas dibin û paşê di erdnigariya dîrokî ya mîrnişîna ku navenda wê Fînîk bû de desthilatdarî kirine. [4]
Em careke din vegerin ser konteksta sereke ya nivîsê, ango Gurkêlê. Piştî çavkaniya Serdema Navîn a berî 803 salan, em niha jî li arşîvên Osmanî binêrin. Piştî ku Îdareya Osmanî Diyarbekir ji Sefewiyan stand, li ser navenda Diyarbekirê mîrêmîrektî (eyalet) damezirand. Îdareya Osmanî bi Mîrnişînên Kurd re ku ji mêj ve li herêmê hebûna xwe diparastin, tifaq weşand, rêveberiyên wan mîrnişînan nas kir û ew bi awayekî îdarî bi rêkûpêk kirin.
Di arşîva Muzeya Topkapî de, di belgeya bi hejmara D.9772 [4] ya sala 1520’an de, derbarê Mîrnişînên Kurd de agahî hatine dayîn û hatiye nivîsandin ka kîjan mîrnişîn ji aliyê kê ve tê birêvebirin. Di sala 1540’an de jî Îdareya Osmanî di dabeşkirina îdarî de Gurkêl wekî yek ji 11 ocaqtiyên (hukumet) girêdayî Mîrêmîrektî ya Diyarbekirê destnîşan kiriye. [5]
Ji ber ku ez behsa dîrokeke dirêj dikim û ji bo ku nivîs pir dirêj nebe, ez ê berdewamiya wê bihêlim ji bo nivîsa duyemîn. Di nivîsa duyemîn de, em ê behs bikin ka Îdareya Osmanî ji bo sefera Gîrîtê (Crete) çawa ji Gurkêlê leşker xwestine.
Erê, berevajî tiştê ku bi gelemperî tê zanîn, Mîrnişînên Kurd ên Serdema Navîn ne tenê li rojhilat li dijî xanedanên Îranê, li rojava jî tevlî gelek seferên leşkerî bûne.
Çavkanî:
• [1]: Mü’cemü’l Büldân, Yekût el-Hemawî, cild III, rûpel 158.
• [2]: Mü’cemü’l Büldân, Yekût el-Hemawî, cild III, rûpel 158. Ji: Necîp Mansiz, Çavê Nivîskarekî Serdema Navîn li ser Kurdan û Herêmên ku tê de dijîn.
• [3]: Dibistana Gurkêl, Metîn Rastdil, 2023. Zêdetir: Ji bo guhertina G/C çavkaniyên Serdema Navîn (Mesûdî, Îstahrî).
• [4]: Ez-Zebîdî, Mihemed b. Mihemed, Tâcu’l Arûs min Cevâhiri’l – Kâmûs.
• [5]: Di Pêvajoya Guhertina Dîrokî de Tuncelî, Bîlal Aksoy, Cotmeh 1985, Rûpel 184.









