Sirri Sureyya Onder dê di salvegera wefata xwe de bê bibîranîn

Nûçe

 Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder dê di salvegera yekemîn a wefata xwe de li Stenbol û Enqereyê bê bibîranîn. 

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulana 2025’an de ji ber krîza dil li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Bi boneya salvegera yekemîn a wefata Onder dê li Enqere û Stenbolê bîranîn bên lidarxistin. 

Bîranîna li Stenbolê dê li Goristana Zîncîrlîkuyuyê bê lidarxistin. Malbata Onder, xizmên wî, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî dê tev li bibin. 

 ENQERE

 Bîranîna li Enqereyê jî dê li Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliyayê were lidarxistin. Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz û Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat dê weke axêver tev li bîranînê bibin. 

/Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Bexda û Waşintonê bihêzkirina peywendiyan û hevpariya stratejîk nîqaş kirin
Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin

Nûçeyên Sereke