NÛPEL – Piştî windabûna Gulîstan Doku, em gihîştin tomara dengekî ku tê de kesekî xwe wekî birayê Zainal Abakarov dide nasîn, ji rojnamevanê ku dixwaze bi Zainal Abakarov re hevpeyvînê bike, pere daxwaze dike. Tê îddiakirin ku ev kes ne birayê Zainal Abakarov e, lê belê polîsek e ku ewlehiya wî û malbata wî diparast.
Xwendekara Zanîngeha Mûzirî Gulîstan Doku, di 5’ê Çileyê sala 2020’an de li Dêrsimê winda bû. Di demên ku Gulîstan Doku winda bû de gelek îddia hatin raberkirin û hat xwestin ku algoyek li ser xwekujiya (întîhara) wê bê avakirin. Lê belê malbata Gulîstanê, parêzerê wê û bi taybetî jî jinan tu carî ji van îddiayan û algoya xwekujiyê bawer nekir. Di encama têkoşîna ku 6 salan hat meşandin de derket holê bê Gulîstan çawa winda bûye, çi jiyaye û kîjan kesan delîl çawa reş kirine (veşartine). Di encama vê de Waliyê wê demê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel jî di nav de, bi giştî 12 kes hatin girtin. Piştî binçavkirin û girtinan, her îfadeya ku tê girtin agahiyên nû yên derbarê Gulîstanê de derpêş dike.
Xwe wekî birayê Zainal Abakarov da nasîn
Em gihîştin tomara dengekî ya wê serdemê ku girêdayî otêla li Alanyayê ye; ku yek ji kujeran Zainal Abakarov û malbata wî di sala 2020’an de ji ber sedemên ewlehiyê lê dima.
Di tomara deng de, ji rojnamevanê ku dixwaze bigihîje Zainal Abakarov û derbarê windabûna Gulîstanê de hevpeyvînê bike, pere tê xwestin. Gava rojnamevan dixwaze bigihîje Zainal Abakarov, mêrek di qeydan de dibêje: “Ez ne Zainal im, ez birayê wî me, Zainal niha li cem min e.” Di heman demê de tê îddiakirin ku ev kes ne birayê Zainal Abakarov e, polîsek e ku di dema mayîna li otêlê de ji bo ewlehiya Zainal Abakarov û malbata wî li wir bûye.
Ji bo hevpeyvînê pere xwest
Kesê ku dibêje ez birayê Zainal Abakarov im, bi vê şêwazê ji rojnamevan pere dixwaze: “Zainal guncav e (musaît e) lê yên ku li Zainal digerin gelek in… Ez çawa bidim axaftin? Yên ku dixwazin hevpeyvîna rûbirû bikin hene. Yên ku dixwazin bi dîmenî biaxivin hene. Ez ê navê vê deynim çi wekî mînak? Ma dibe ez wî bi her kesî re bidim axaftin? Tu yê bi dîmenî bigerî lê li cem min mesrefên Zainal hene, ev heye ew heye. Ez ê çawa te bidim axaftin? Niha tu yê pirsan bikî, mesrefa her tiştî heye. Heke tu dixwazî hevdîtinê bikî mesele ev e. Heke tu naxwazî jî tu zanyî, ez naxwazim babetê bêtir dirêj bikim. Beramberiya her tiştî heye. Gelek kesên mîna te digerin. Tu yê pereyan bixî ser hesabê me.”
‘Tu yê çi bikî bê ez kî me?’
Rojnamevan tevî ku bi israr diyar dike ku ew tenê dixwaze çend pirsan derbarê windabûna Gulîstanê de ji Zainal Abakarov bike jî, kesê li pêşberî wî israr dike ku hevpeyvîn tenê di rewşa razandina pereyan a li ser hesabê wan de dikare pêk bê. Her wiha, dema rojnamevan dipirse ku ew çi kesê Zainal Abakarov e, ew kes bersivê dide û dibêje: “Tu yê çi bikî bê ez kî me?”
Çavkanî: JinNews










