Nivîskar Yildiz Çakar piştî çend saetan hat berdan

Nûçe

NÛPEL – Nivîskar Yildiz Çakar, îro serê sibê dema ji Almanyayê dihat, li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Çakar êvarê hate berdan û biryara girtinê ya li ser wê hebû hate betalkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Çakar serê sibê gihîşt Balafirgeha Stenbolê ku ji wir biçe Amedê. Di dema kontrola pasaportê de hat binçavkirin û birin qereqola polîsan a balafirgehê. Paşê ew birin qereqoleke din a polîsan a li derveyî balafirgehê û ji wir jî birin dadgehê. Li dadgehê bi rêya pergala Segbîs’ê derket pêşberî dozger.

Di lêpirsîna dozger de, Çakar bi îdiaya “propagandaya terorê” hate tawanbar kirin, lê wê ev îdîa qebûl nekir. Piştî temamkirina pêvajoyên hiqûqî, vê êvarê hate berdan û biryara girtinê ya heyî ya li ser wê hate rakirin.

 

 

 

Van jî bibîne

 

Hewlêr: Bi 3 dronan êrişî Kampa Cêjnîkanê hat kirin
Li Amedê Bi Boneya 15’ê Gulanê Daxuyanî Hat Dayîn

Nûçeyên Sereke