NÛPEL – Nêzî hezar û 700 malbatên Efrînî yên ku li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman, vê sibehê ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî de, îro koma 8emîn a koçberên Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Ev koma 8’emîn ji hezar û 700 malbatên Efrînî yên ku li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman pêk tê. Kom ji bo ku vegere warê xwe, di saetên berbanga îro de li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya Qamişloyê kom bû û ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Ev kom, li ser asta herêmên Cizîrê û Kobanê koma 8’emîn e.

Çavkanî: Anha










