Daxuyaniya KOM Mûzîkê ya derbarê Mem Ararat de

NÛPEL – KOM Mûzîk (Kolektîfa Hilberîna Mûzîkê ya KOMê) di derbarê îdiayên Mem Ararat de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Ev îfade rastiyê nîşan nadin. Derbarê vê mijarê de çi berê çi jî di demên dawî de gelek caran hatiye xwestin ku zemînekî hevdîtinê were avakirin.”

Mem Ararat li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal vîdyoyek parve kiribû û îdia kiribû ku KOM Mûzîk mafên wî yên telîfê nadê. KOM Mûzîkê bi daxuyaniyeke nivîskî ev îdiayên wî derewand. Di daxuyaniyê de bang li Mem Ararat û parêzerê wî hat kirin ku werin ser “zemînekî saxlem ê hevdîtinê” û hat gotin: “Hatiye diyarkirin ku divê ev mijar bi rêbaza diyalogê û li ser bingeha maf, hiqûq û kedê were nirxandin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev îfade hatin bikaranîn:

“Em dixwazin bi silav û hurmetên xwe yên ji bo gelê me yê hêja, dostên me yên hunermend û rêhevalên me yên qîmetdar dest pê bikin. Di rojên dawî de, li ser hinek nîqaşên ku Mem Ararat û parêzer Şêxo Fîlîk li ser medyaya dîjîtal bi navê KOM Mûzîk dane destpêkirin, me pêwîstî bi daxuyaniyeke kurt û prensîbî dît. Di heman demê de, berî ku em cih bidin daxuyaniyên xwe yên agahdarkirinê, bi wan hestên taybet ên ku nêzîkbûna sala me ya 30’emîn bi me dide hîskirin, em spasiya her kesê ku keda wan di avakirina vê arşîva hêja de heye dikin.

Ji sala 1997’an, anku ji destpêkirina xebatên me yên hilberînê û vir ve, em bi hilberînên hevalên me yên kedkar ên ku di demên dijwar de bi fedakarî xebitîne û dostên me yên hunermendên wêrek hebûna xwe diparêzin. Heta ku ev fedakarî berdewam bike, em ê bixwe jî hebûna xwe bidomînin. Polîtîkaya me ya hilberîn û weşangeriyê ji roja ewil û vir ve, ne li ser bingeha çanda populer an jî berjewendiyên aborî; li ser bingeha hilberîna alternatîf a ku xwedî li kokên xwe dertê şêwaz girtiye. Herî zêde jî ji ber van sedeman em dixwazin diyar bikin ku KOM Mûzîk Yapim Kolektîf, heta îro di nav helwesteke weha de nebûye ku keda tu hunermendekî kêm bibe, rûmeta wî ya kesayetî bike armanc an jî hilberîna wî ya hunerî piçûk bixe. Wekî ku em meşandina vê nîqaşê bi tawanbariyan rast nabînin, em difikirin ku ev qirêjiya agahiyê ya ku çêbûye jî zemînekî saxlem ê diyalogê ava nake. Ya esasî ew e ku; her cûre hilberîna hunerî, têkiliya kedê, xebata weşangeriyê û meseleya mafan di çarçoveyeke rast de were girtin.

BANGA JI BO ZEMÎNÊ HEVDÎTINÊ

Derbarê mijara navborî de, ji aliyê KOM Mûzîkê ve çi berê çi jî di demên dawî de gelek caran hatiye xwestin ku zemînekî hevdîtinê were avakirin. Hatiye anîn ziman ku divê ev mijar bi rêbaza diyalogê û li ser bingeha maf, hiqûq û kedê were nirxandin. Tevî vê yekê jî, di daxuyaniyên li ser medyaya dîjîtal de weha tê nîşandan ku qey KOM Mûzîk Yapim Kolektîf muhatabê xwe li ber çavan nagire. Ev îfade rastiyê nîşan nadin. Ji serî ve; em diparêzin ku divê mirov ne bi xeyidînên kesane û şîroveyên medyaya dîjîtal, lê belê li ser berpirsiyariyên dualî pêş de biçe.

Di daxuyaniyên hatine kirin de tê dîtin ku mafên fonogramê (tomarkirinê) bêyî ku tu rêgez û çarçoveyek were şopandin, bi temamî tên xwestin. Sereke ye ku ev maf ne tenê bi daxuyaniyên kesane; di heman demê de di çarçoveya qanûnên di meriyetê de û li gorî herikîna kar werin destgirtin. Hebûn, berfirehî û dewra mafekî; ne bi daxuyaniyên yekalî, lê bi belgeyên berçav û li ser zimanê hevdîtinê diyar dibe.

Xala ku balê dikişîne ev e: Ji aliyekî ve ji bo çareseriya pirsê bang li raya giştî tê kirin, ji aliyê din ve jî bêyî ku tu hevdîtin, muzakere an jî lihevhatinek were xwestin, bi şertê bêşert dewrkirina mafan tê daxwazkirin. Em dibînin ku ev herdû helwest nakokiyê di nav xwe de dihewînin. Wekî ku em ne alîgirê înkarbûna maf û kedê ne, em hêviya dewrkirineke yekalî û bêşert jî maqûl nabînin.

Şîroveyên ku di hawirdora medyaya dîjîtal de tên kirin, wekî ku nêrîna me ya fermî bin tên nîşandan. Halbûkî nêrînên me tenê di ser kanalên me yên ragihandinê yên fermî re tên parvekirin. Di vîdyoya ku hatiye weşandin de, ji aliyekî ve tê gotin ku ew li dijî tu saziyên Kurdî nîn in, lê ji aliyê din ve hebûna me ya kolektîf bi tawanbariyan dibe armanc. Ji aliyekî ve behsa lêgerîna çareseriyê tê kirin, ji aliyê din ve bi nêzîkatiyeke ku zemîna diyalogê ji holê radike tê gotin ‘Deriyê min heta hetayê girtî ye’. Ev cûre îfade mixabin hewldana avakirina zexta raya giştî ya li ser KOM Mûzîkê tîne bîra mirov.

Wekî ku me di destpêkê de jî got, KOM Mûzîk keda tu hunermendî tune nahesibîne. Her weha ked, xebatên arşîvê, xebatên weşangeriyê, çalakiyên belavkirinê, pêvajoyên danasînê, hewldanên avakirina bîranînê û berpirsiyariyên parastinê yên fîrmaya me yên ku bi salan berdewam kirine jî nikarin werin tunehesibandin. Wekî ku heta niha bûye, ji niha û pê de jî em alîgirê nêzîkatiyeke dualî ya di çarçoveya fermî û exlaqî de ne. Ji ber vê yekê, li şûna tawanbariyan; em banga xwe ya ji bo zemînekî saxlem ê hevdîtinê yê ku tê de belge û daxwaz bi hev re werin nirxandin, nû dikin.

Ji aliyê din ve, em dixwazin bidin zanîn ku em wan tawanbarî û şîroveyên ne rast û manîpûlatîf ên di daxuyaniyê de û li ser medyaya civakî yên derbarê xebatkarê fîrmaya me yê berê Erdal Avci de qebûl nakin; hevalên me yên xebatkar di çarçoveya weşan û prensîbên fîrmayê de tevdigerin. Em li ber bîranînên rêhevalên xwe yên ku îro ne di nav me de ne, bi hurmet serî ditewînin.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Cejna Zimanê Kurdî li Parka Sumerê bernameyeke dewlemend a atolyeyî hat li dar xistin.
Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin

Nûçeyên Sereke