Cejna Zimanê Kurdî li Parka Sumerê bernameyeke dewlemend a atolyeyî hat li dar xistin.

AMED (Nûpel) – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi pêşengiya saziyên zimanê kurdî û platforma saziyên demokratîk bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Sumerê bernameyeke dewlemend a atolyeyê li dar xist. Di çalakiyê de ku rastî eleqeyeke mezin hat, ji bo gelek beşên hunerî, çandî û wêjeyî konên taybet hatin vekirin.

Atolye bi taybetî ji bo zarokan bû qada şahî û fêrbûnê. Mamosteyên zimanê kurdî li standan bi yek bi yek bi zarokan re eleqedar bûn, bi wan re lîstik lîstikandin û girîngiya zimanê zikmakî bi rêbazên serkeftî nîşanî wan dan.

Malbatên ku tevli bernameyê bûn, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kirin û diyar kirin ku çalakiyên bi vê rengî ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî di nav nifşên nû de xwedî roleke pir girîng in. Çalakiya li Parka Sumerê bi coş û kêfxwaziya zarokan bi dawî bû.

Van jî bibîne

 

Komeleyê Nuştekaranê Kurdan seba 15’ê Gulane Bernameyêko Bimane ViraştWêjeyî Pîroz Kir
Daxuyaniya KOM Mûzîkê ya derbarê Mem Ararat de

Nûçeyên Sereke