WAN (Nûpel) – Akademiya Kurdî ya Wanê ku bi çalakiyên xwe yên di warê çand, ziman û hunera Kurdî de tê naskirin, gaveke nû û mînak avêt. Akademiyê ji bo welatiyên parêzgehê yên ku dixwazin fêr bibin, qurseke taybet a zaravayê Soranî vekir.
Hevserokê Akademiya Kurdî ya Wanê Abdurrahîm Orhan li ser qursê wiha got: “Bi kursa Soranî re xebatên me yên ji bo zimanê Kurdî didomin. Ji bo ku di navbera zaravayên cuda û Kurdan de têkiliyeke baştir bê avakirin, pêdivî bi fêrbûna zaravayên din jî heye. Me bi vê armancê dest bi vê xebatê kir û em ê xebatên xwe bidomînin.”
Hefteyê rojekê fêrî Soranî dibin
Mamosteyê qursê ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Niha 10 xwendekar, heftê rojekê û sê saetan li ber destê wî fêrî xwendin û nivîsandina Soranî dibin.
Yek ji fêrkarên zaravayê Soranî Şehwan, derbarê qursê de wiha axivî:
“Ez fêrî zaravayê Soranî dibim da ku pêwendiya min li gel xelkê me yê Soranaxêv çêbibe. Ez dixwazim hem dîroka wan hem jî stranên wan hîn bibim. Ez gelekî spasiya akademiyê dikim ku ev derfet daye me.”
Qurs 4 mehan didome
Qursa Soranî di 29’ê Nîsanê de dest pê kiriye. Ev qurs dê 4 mehan bidome û belaş (bêberamber) e.
Hevseroka Akademiya Kurdî ya Wanê Gulseren Kîrazê jî diyar kir ku ew dixwazin zimanê Kurdî dewlemend bikin û wiha got:
“Ev nêzîkî 5 sal in em di akademiyê de dixebitin. Em li ser zimanê xwe dixebitin. Em dixwazin miletê me hem zaravayê xwe hem jî yê din fêr bibe da ku zimanê xwe dewlemend bike.”
Akademiya Wanê ji 2021’ê ve dixebite
Akademiya Wanê di sala 2021’ê de li Wanê hatiye vekirin. Akademî li ser Kurdî, Îngilîzî û çend zimanên din ên biyanî xebatan dike. Sazî her sal kursên bêberamber pêşkêşî xelkê Wanê dike.
Çavkanî: Rûdaw










