SÊRT (Nûpel) – Di civîna gel a DBP’ê ya li Hawêlê de, Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar banga mezinkirina têkoşînê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê kir. Welatiyan jî bal kişandin ser wê yekê ku divê di pêvajoyê de gavên şênber bên avêtin û rêveberên herêmî têkiliyên xwe yên bi gel re xurtir bikin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşma “Em soza aştiyê bi gel re datînin” li navçeya Hawêlê ya Sêrtê, li bajarokê Ziyaretê (Weysel Qaranî) civîneke gel li dar xist. Civîna ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdar bû, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tê de cih girtin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, di destpêkê de axivî û bal kişand ser girîngiya avakirina civakeke demokratîk û azad. Saritaş anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê ve di civînên gel de ji bo ku aqilê hevpar derkeve holê, têkoşînê dimeşînin.
Saritaş da zanîn ku rexne û pêşniyarên di civînê de wê bibin alîkar û got: “Dema dewlet vê yekê tîne, divê têgihîştina înkar û tunekirinê ya sed salî alîkî de bihêle û di mijara pêvajoyê de samîmî be. Pêvajo wê bi ser bikeve. Em ê bi hev re vê pêvajoyê bi ser bixînin.”
‘Bingehê vî welatî gelê Kurd e’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku rastiyeke dewletê heye ku ji înkara Kurdan hatine ser maseya muzakereyê û wiha dewam kir: “Dema mirov tiştekî nû ava dike, divê mirov hem kesên înkar dikin hem jî kesên ji bo avakirinê têdikoşin bibîne. Li benda gavên dewletê man, pêvajoya ku em bixwe pêşengê wê ne, dixe paşerojê. Nebaweriya bi dewletê, nabe hinceta nepêkanîna pêvajoyê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di şertên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Muhatab dewlet e. Dewleta ku Kurd înkar dikirin, niha li ser maseya muzakereyê ye. Em damezrînerên vî welatî ne. Bingehê vî welatî gelê Kurd e. Em dixwazin çareseriya pirsgirêka Kurd ne meseleyeke ku tenê di devê partiyên siyasî de dizivire, bibe meseleyeke ku bi encam bûye. Bahçelî çima hat ser maseyên DEM Partiyê? Ji ber ku zanibû şerê li Rojhilata Navîn wê bigihîje Tirkiyeyê. Destê xwe dirêj kir, daxuyaniya ‘mafê hêviyê’ da. Em ji Sûriyeyeke ku nasname nedida Kurdan, hatin Sûriyeyeke ku li ser maseya muzakereyê rûdinên û mafên xwe distînin. Destê aştiyê yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan gelekî girîng e. Aborî û ekolojî ji pirsgirêka Kurd ne cuda ne. Werin em biaxivin ka em çi bikin ku dewlet gavê bavêje? Em têkoşîna wê bimeşînin.”
Têkoşîna hevpar
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser têkoşîna hevpar û got: “Gelê me di bin bandora argumanên şerê taybet ên li ser medyaya civakî de dimîne. Meseleya Demîrtaş jî yek ji van e. Çawa difikirin ku em çavê xwe li girtîmayîna ti hevalekî xwe digirin? Em ê destûrê nedin ku kesek ji hevalên me di girtîgehê de bimîne. Komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin, di vê sed salî de yekem e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatin ba hev. Dibe ku rapora komîsyonê sedî sed daxwazên me pêk neyîne, lê em ê di vê de bi israr bin.”
‘Divê hevşaredar di nava gel de bin’
Piştî siyasetmedaran welatiyan axivîn û gotin: “Zêdetirî salekê ye pêvajo dewam dike, dewletê hêj gavek neavêtiye. Baş e çima? Ji 2014’an ve gelê me li hemberî partiyên me yên siyasî sar e. Di mijara eleqebûna bi pirsgirêkên gel re kêm tê mayîn. Divê ev were rakirin. Divê hevşaredar û parlamenter di nava gel de bi awayekî çalak rol bilîzin. Divê hem di pêvajoyê de hem jî di mijara avakirinê de çalak bin. Hevşaredar divê di nava gel de bin û pirsgirêkan çareser bikin. Divê li dijî fuhûş, hişbir, qirkirina xwezayê, ziman, çand, nasname û êrîşên li ser jinan têkoşîneke hevpar were meşandin. Ger em wekî gel xwe tevlî bikin, em destê Birêz Ocalan xurtir dikin. Bi gotina ‘Silav ji Serok re, dewam ji kevin re’ nabe. Ev gel ji bo aştiyê berdêlên mezin da. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin.”
Çavkanî: JinNews










