Li Endonezyayê Karesata Trênê: 14 Mirî û 84 Birîndar

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li herêma Java ya Rojavayê ya welatê Endonezyayê karesateke mezin a trafîka rêhesinê pêk hat. Di encama lihevketina du trênan de, li gorî agahiyên destpêkê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 84 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Endonezyayê de cih girtine, bûyer li bajarê Bekasiyê qewimiye. Trêna rêwîtiyê ya dûrbirîn a bi navê “Argo Bromo Anggrek”, li Îstasyona Bekasi Timurê li trêna banliyoyê (trêna herêmî) ya ku li bendê rawestiyayî bû, xistiye.

Rayedarên pargîdaniya dewletê ya rêhesinê PT Kereta Api Indonesia (Persero) daxuyand ku piştî qezayê xebatên rizgarkirinê bi lez dest pê kirine. Berdevka saziyê Anne Purba eşkere kir ku rêwiyên di trêna “Argo Bromo Anggrek” de bi silametî hatine veguhastin û birîndar ji bo dermankirinê şandine nexweşxaneyên herêmê.

Van jî bibîne

 

Bayramoglû: Pêvajo di navbera hesabê hilbijartinê yê desthilatdariyê û bendewariyan de asê maye
Malbata Kurd dixwaze cezayê îdamê yê kurê wan bê betalkirin

Nûçeyên Sereke