2`yemîn Festîvala Wênekêşiyê bi 150 wêneyan li Qamişlo dest pê kir

NÛPEL – Îro li Qamişloyê 2`yemîn Festîvala Wênekêşiyê bi pêşandana 150 wêneyan dest pê kir. Di çalakiyê de şehîdên medyayê Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan hatin xelatkirin.

Festîvala ku ji aliyê Yekîtiya Wênekêşên Sûriyeyê ve tê lidarxistin, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi beşdariya wênekêşên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê, rojnamevan, pisporên medyayê û hezkiriyên hunerê hate vekirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Yekîtiya Wênekêşên Sûriyeyê Ehmed Mardînlî li ser girîngiya festîvalê axivî û da zanîn ku ew berhemên wênekêşiyê ji her çar parçeyên Kurdistanê tînin cem hev. Mardînlî diyar kir ku 150 wêneyên hatine pêşandan, qonaxên cuda yên berxwedan û jiyanê belge dikin û got: “Wênegir mîna şervan e; çawa ku şervan çekê hildigire, wênegir jî kameraya xwe hildigire da ku kêlî û bûyerên dîrokî belge bike.”

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed jî axivî û bal kişand ser wê yekê ku her wêneyek di pêşangehê de, nêrîn û ezmûneke mirovî vedibêje. Remziya Mihemed şehîdên medyayê û berxwedana li Bendava Tişrînê bi bîr anî, bi taybetî behsa şehîd Cîhan Bîlgîn, Nazim Deştan û Egîd Roj kir û destnîşan kir ku fedakariyên wan bûne beşek ji bîrdanka şoreşê.

Cîgirê Serokê Meclisa Bilind a Wênekêşan li Kurdistanê û Serokê Komeleya Wênekêşan a Duhokê Celal Arî jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya wênekêşiyê wekî amûrek ji bo parastina dîrokê.

Di dawiya çalakiyê de, Yekîtiya Wênekêşan bawernameyên spasdariyê dan beşdaran û kesên di amadekirina festîvalê de ked dane, xelat kirin.

Xelateke taybet bi navê şehîd “Seyîd Evren” ji bo şehîdên medyayê Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan hat dayîn. Her wiha xelata “Wêneyê Herî Baş” ji bo Musa Talasî (ji derveyî Rojava) û Rodî Tahlo (ji Rojava) hat dayîn. Xelata “Çîroka Wêneyê ya Herî Baş” jî gihîşt Nasih Xeyat û Elaa Farman.

Çalakiyên festîvalê dê du rojan berdewam bikin.

Çavkanî: ANHA

Van jî bibîne

 

Li Sêrtê civîna gel: Pêşengê pêvajoyê gel e
Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

Nûçeyên Sereke