NÛPEL – DEM Partiyê destnîşan kir ku divê Komkujiya Dersîmê bi hemû aliyên xwe ve were lêkolînkirin û arşîv werin vekirin û got: “Heta ku rûbirûbûna bi raboriyê re pêknehatibe, rê li ber ji nû ve hilberandina wê zihniyeta ku rê dide van binpêkirinan, nayê girtin.”
Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cengiz Çiçek û Parlamentera Dersîmê Ayten Kordu, ji bo ronîkirina Komkujiya Dersîmê pêşniyara lêkolînê dan Serokatiya Meclisê.
Di pêşniyarê de hat diyarkirin ku ji serdema dawî ya Osmanî û vir ve Dersîm wekî “warê eşqiyayan” hatiye nîşankirin; her wiha hat gotin ku herêm ligel fermanên padîşahan û fetwayên şêxulîslaman, bûye armanca polîtîkayên berhevkirina bacê, kontrolkirina eşîran û îtaeta siyasî.
Di pêşniyarê de hat destnîşankirin ku Elewîtiya Kurd ji aliyê desthilatdariya navendî ve ji aliyê dîrokî ve wekî “meseleyeke ku divê were çareserkirin” hatiye dîtin û ev nêzîkatî di pêvajoya 1937-38’an de veguheriye biryara tasfiyeyê. Hat tomarkirin ku di wê serdemê de gelê ku li Dersîmê dijiyan, ligel ziman, bawerî, çand û bîra xwe, bi her awayî hatine hedefgirtin.
‘Divê Rûbirûbûneke Civakî Hebe’
Di pêşniyarê de ev îfade hatin bikaranîn:
“Terteleya Dersîmê ne tenê komkujiyeke ku di raboriyê de qewimiye ye; îro li Tirkiyeyê ji bo avakirina paşerojeke demokratîk, hemwelatiya wekhev û aştiya civakî meseleyeke diyarker e. Heta ku rûbirûbûna bi raboriyê re pêknehatibe, rê li ber ji nû ve hilberandina wê zihniyeta ku rê dide van binpêkirinan, nayê girtin. Divê Terteleya Dersîmê bi aliyên wê yên dîrokî, hiqûqî û siyasî ve bi awayekî berfireh were lêkolînkirin, arşîvên dewletê bi awayekî bêkêmasî û kontrolkirî ji raya giştî re werin vekirin, cihên gorên Pîr Sey Rîza û hevalên wî werin tespîtkirin, qadên gorên komî bi rêbazên serbixwe û zanistî werin lêkolînkirin, aqûbeta zarokên winda yên ku ji malbatên wan hatine qutkirin were ronîkirin û gavên berbiçav ji bo rûbirûbûna civakî û pêkanîna dadweriya onarker werin diyarkirin.”
Çavkanî: MA









