AMED (Nûpel) – Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren ku bû mêvanê bernameya “Medya Zamanı” ya di Îlke TV’yê de, piştî derketina klûbê ya bo Super Ligê, li ser mîsyona klûbê û keda wê ya ji bo normalbûna civakî nirxandinên girîng kirin. Eren eşkere kir ku pîrozbahîya mezin dê vê dawiya hefteyê bê lidarxistin.
Nahit Eren da zanîn ku her çend Amedspor klûbeke ciwan be jî, di hafizeya civakî de xwedî wateyeke kûr e û destnîşan kir ku serkeftina derketina Super Ligê ne tenê encameke sportîf e. Eren got: “Amedspor bi rastî ji tîmekê bêtir e. Coş û îradeya ku piştî vê serkeftinê derket holê, careke din nîşan da ku klûb çi îfade dike. Di mijara şikandina pêşdarazên di civakê de mîsyoneke me ya girîng heye.”
“Divê zimanê salên 1990’î êdî bê terikandin”
Eren bal kişand ser zehmetiyên ku di deplasmanan de dikişînin û zimanê cudaxwaz ê ku li hemberî wan tê bikaranîn. Eren diyar kir ku mijarên civakî di stadyuman de tên îstîsmarkirin û wiha axivî:
“Li cihên ku em lê digeriyan, em bûn şahid ku zimanê salên 1990’î hîn jî heye û feraseteke ku pirsgirêkên sed salî nehatine çareserkirin ji nedîtî ve tê, ji aliyê derdorên siyasî ve tê sor kirin. Lê belê, em bawer dikin ku bi derketina me ya Super Ligê re, ev qutbûn dê ji holê rabe û normalbûneke cidî pêk were. Zimanê ku em bikar tînin dê her tim zimandekî bibe ku yekîtiyê û jiyana bi hev re ya di şert û mercên wekhev de diparêze.”
Pîrozbahîya Serokkomar û Serkirdeyan Bû “Astengşiken”
Eren destnîşan kir ku ew derdorên ku berê nediwêrîn navê Amedsporê hildin ser zimanê xwe, êdî ev asteng derbas kirine û bal kişand ser girîngiya pîrozbahiyan:
“Peyamên pîrozbahiyê yên Serokkomar û gelek lîderên partiyên siyasî pir bi qîmet bûn. Ev rewş dê di civakê de bibe sedema normalbûna nêrîna li hemberî Amedsporê û hin pirsgirêkên taybet. Em hêvî dikin ku serkeftina Amedsporê bibe alîkar ji bo pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên civakî jî.”
Pîrozbahîya Mezin Roja Yekşemê ye: “Em ê di Stadyumê de Cih Nebe”
Nahit Eren ku agahiyên ewil derbarê bernameya pîrozbahiyê ya ku alîgir lê bendê ne parve kir, ragihand ku organîzasyon dê vê dawiya hefteyê bê kirin. Eren diyar kir ku bi civîna ku dê îro bê kirin re dê hûrgulî zelal bibin û wiha got:
“Heke pirsgirêkek derneyê, niyeta me heye ku em pîrozbahiyê roja yekşemê bikin. Ez bawer dikim ku ev coş dê di stadyumê de cih nebe. Em hîs dikin ku ne tenê ji Diyarbekirê, ji bajarên herêmê û bajarên rojava jî dê bi hezaran Amedsporî werin da ku bibin şirîkê vê coşê. Em bi hunermendan re organîzasyoneke bi coş plan dikin.”










