AMED (Nûpel) – Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir destnîşan kir ku banga 27ê Sibata 2025an ne tenê agirbestek e, di heman demê de îradeyek ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd e. Bayindir anî ziman ku heta zemîna qanûnî neyê amadekirin, aştî nayê pêkanîn.
Ji banga 27ê Sibata 2025an a Rêberê PKK’ê vir ve salekê zêdetir dem derbas bû. Hîn jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji aliyê hiqûqî ve tu gav nehatine avêtin. Polîtîkayên mijûlkirinê yên dewletê dibin sedem ku pêvajo nediyar bibe. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, derbarê pêvajoyê û amadekirina qanûnan de ji ANFê re axivî.
‘Ne ji bo rojekê, ji bo rizgarkirina paşerojê bi xwe ye’
Keskîn Bayindir diyar kir ku banga 27ê Sibatê ne tenê agirbestek bû, di heman demê de îradeyeke çareseriyê ya dîrokî danî holê û got: “Dema ku ev pêvajo tê nirxandin, divê mirov derziyê li cihê rast bixe. Yên ku îro ji qanûna aştiyê ditirsin, divê bipirsin bê fatûreya polîtîkayên şer ên bi salan ji aliyê kê ve hatiye dayîn. Îradeya ku Birêz Ocalan di 27ê Sibata 2025an de danî holê, bangeke agirbestê ya ji rêzê nebû. Ew îdiaya vekirina girêka sed salî ya vê erdnîgariyê bi rêbazên demokratîk e. Di heman demê de li şûna siyaseta şer û înkarê, pêşniyara hevpeymaneke civakî ya nû ye ku xwe dispêre welatîbûna azad. Bi vî rengî, ev bang ne ji bo rojekê ye, lê ji bo rizgarkirina paşerojê bi xwe ye.”
‘Xurt bin ditepisînin, lawaz bin li dora maseyê rûdinin’
Keskîn Bayindir nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyê rexne kir û axaftina xwe wiha dewam kir: “Tevî ku sal û nîvek di ser destpêkirina pêvajoyê re derbas bûye, dewletê gaveke şênber a qanûnî neavêtiye; ev yek ne tesadufî ye. Ev encama refleksa parastina statûkoyê ye. Aqilê dewletê xwedî wê kevneşopiyê ye ku çareseriyê ji demê re bihêle û bi vî rengî birizîne. Îro jî heman rêbaz di dewrê de ye. Desthilatdarî aştiyê ne wekî hevpeymaneke civakî, lê belê wekî amûreke taktîkî dibîne ku temenê xwe yê siyasî pê dirêj bike. Ji ber vê yekê pêşveçûna pêvajoyê giran dike û wê mehkûmî nediyariyê dike.
Tirkiyeyê hîn nekariye xwe ji wê stratejiya ku bi înkarkirina Kurdan li ser piyan bimîne, rizgar bike. Ji salên 1990î heta pêvajoya Osloyê, tecrûbeyên rû dane li ber çavan in. Dewletê her tim bi feraseta ‘Dema xurt bim ez ê bitepisînim, dema lawaz bim ez ê li dora maseyê rûnêm’ tevgeriya. Îro jî heman şaşiyê dubare dike. Halbûkî meseleya Kurd êdî ne tenê meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye; Kurd di nava hevsengiya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de aktorekî girîng in. Tirkiye heger bi gelê Kurd re aştiyeke demokratîk û bi rûmet pêkneyîne, wê îdiaya xwe ya hêza herêmî winda bike û bibe welatekî ku ji destwerdanên derve re vekirî ye.”
‘Daxwaza aştiyê ne tenê daxwazeke siyasî ye’
Di berdewamiya axaftina xwe de Keskîn Bayindir anî ziman ku li Tirkiyeyê ji ber siyaseta şer pirsgirêkên aboriyê gihîştine asta herî bilind û got: “Di bingeha xizaniya giran a vî gelî de polîtîkayên ewlekarîperest hene ku bi salan e berdewam dikin. Beşeke mezin a budçeyê ji şer re hat veqetandin. Her roja ku qanûna aştiyê neyê derxistin, keda kedkaran vediguhere bombe û fîşekan. Ji ber vê yekê, daxwaza aştiyê ne tenê daxwazeke siyasî ye; di heman demê de daxwaza nan û edaletê ye. Her ku hûn aştiyê dereng bixînin, hûn xizaniya gel mezintir dikin.”
‘Berpirsyariya desthilatdariyê mezin e’
Keskîn Bayindir da zanîn ku muxalefetê nekariye ji nava sînorên ku desthilatdariyê diyar kirine derkeve û got: “Berpirsyariya desthilatdariyê mezin e, lê belê muxalefet jî li derveyî vê tabloyê nîn e. Feraseteke siyasî ya ku meseleya Kurd tenê di dema hilbijartinan de tîne bîra xwe, êdî îflas kiriye. Divê muxalefet ji sînorê ewlekariyê yê desthilatdariyê derkeve û sekneke demokratîk a rasteqîn nîşan bide. Li dijî polîtîkayên qeyûman, divê ne tenê bi gotinan, lê bi sekneke pratîkî helwestê nîşan bide. Nexwe wê bibe parçeyek ji vê xitimandinê.
Heta ku çarçoveyeke qanûnî ya şênber neyê afirandin, pêvajo di her kêliyê de dikare belav bibe. Desthilatdarî hewl dide bi îdiayên ser mekanîzmayên ‘tespît’ û ‘piştrastkirinê’ demê qezenc bike. Halbûkî di pêvajoyekê de ku çek hatine sekinandin, divê sererastkirinên wiha bêne kirin ku pêşiya siyaseta demokratîk vebe. Derxistina qanûneke çarçoveyê dê ewlekariya pêvajoyê pêk bîne û pêşiya krîzên gengaz bigire.”
‘Her ku siyaseta demokratîk xurt bibe, muzakere jî xurt dibe’
Di dawiya axaftina xwe de Keskîn Bayindir destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê tevkariyeke gelekî mezin li pêvajoyê bike û got: “Ji bo berdewamiya pêvajoyê, gava herî jiyanî rakirina rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Heta ku azadiya Birêz Ocalan pêkneye, nepêkan e ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Bi tecrîdkirina muxatab re aştî nayê avakirin. Tecrûbeyên dîrokî ev yek bi zelalî nîşan dane. Ji destpêkê ve hat gotin ku ev pêvajo, pêvajoyeke têkoşîn û muzakereyê ye. Her ku siyaseta demokratîk xurt bibe, muzakere jî xurt dibe. Heger gavên pêwîst neyên avêtin, gel wê her cûre berdêlê bide ber çavên xwe û avakirina demokratîk pêk bîne. Divê neyê jibîrkirin ku aştiya rasteqîn ne qenciya serdestan e, lê mafek e ku bi têkoşîna gelan tê bidestxistin.










