Loqmeya Muharremê li Antalyayê: Banga heq û edaletê ya Kerbelayê tê jiyandin

NÛPEL – Elewiyên ku di meha Muharremê de rojiyên Şîna Kerbelayê digirin, li Cemxaneya Konuksever a Şaxa Antalyayê ya Weqfa Çandî ya Anadoluyê ya Haci Bektaş Veli hatin ba hev û lokmayên xwe parve kirin. Rêvebera Rêyê Ana Şehriban Mutluer, ku ji evladên Ocaqa Arzumanê ye, got: “Kerbela navê berxwedana mezlûman a li hemberî zaliman û têkoşîna mafdaran a li hemberî neheqan e.”

Elewiyên ku di meha Muharremê de rojiyên Şîna Kerbelayê digirin, li Cemxaneya Konuksever a Şaxa Antalyayê ya Weqfa Çandî ya Anadoluyê ya Hacı Bektaş Veli hatin ba hev, rojiyên xwe vekirin û lokmayên xwe parve kirin.

Beriya ku lokme bên parvekirin, deyişên ku ji aliyê Denizcan Yener û Taylan Dogan ve hatin gotin, hatin guhdarkirin. Piştre, Rêvebera Rêyê Ana Şehriban Mutluer axaftinek kir.

“KERBELA ÇÎROKA BERXWEDANEKE RASTEGO Û RÛMETDAR E”

Mutluer diyar kir ku divê Kerbela ne tenê wekî bûyereke dîrokî bê nirxandin û got: “Kerbela çîroka berxwedaneke rûmetdar e. Ew nîşana berxwedana mezlûman a li hemberî zaliman, têkoşîna mafdaran a li hemberî neheqan, azmûn û biryardariyê ye.”

Mutluer da zanîn ku Kerbela îro jî bi şêwazên cuda didome û wiha got:

“Li aliyekî Yezîd heye, li aliyê din jî yên ku ji bo berjewendiyên Yezîd sozên xwe (îqrar) xwariye hene. Lê yên ku dizanin wê têk biçin jî, ji sozên xwe venagerin û serê xwe didin lê sirra xwe nadin jî hene. Kerbela ne bûyereke qewimî û qediyaye. Kerbela hîn jî berdewam dikin.”

“EM BI ÎMAM HUSEYIN RE JI BO NIRXÊN KU ME WENDA KIRINE DIGIRÎN”

Mutluer, qala wateya şîn û matemê ya ku Elewî di meha Muharremê de digirin kir û wiha axivî:

“Çiqas em ji bo evîna Îmam Huseyin hêsiran birijînin, çiqas em bigirîn jî kêm e. Sedema girîna me ne tenê tenêmana Îmam Huseyin e; deynê me yê wefayê ye. Em bi Huseyin re ji bo nirxên ku me wenda kirine digirîn.”

Mutluer bal kişand ser vê yekê ku matem îfadeya jan û şîna Kerbelayê ye û got: “Em her sal di meha Muharremê de ji bo wan kesên ku Îmam Huseyin qetil kirine re nifiran, ji bo şehîdên Kerbelayê re jî rehmetê dixwazin. Îmam Huseyin sembola evîn, muhbet, dostanî û biratiyê ye; sembola qencî, rastî, durustî, heq, hiqûq û edaletê ye.”

Mutluer axaftina xwe bi gotina ku îqrara ku ji Îmam Huseyin re hatiye dayîn berdewam dike û ev rê wê bidome, bi dawî kir.

Piştî axaftinan, bi xwendina gûlbenga lokmayê re lokme hatin parvekirin û rojiyên Muharremê hatin vekirin.

Çavkanî: Pîrha

Van jî bibîne

 

Jiyan û berhemên Cegerxwîn hatine belgekirin
Abdullah Ocalan: Ya ku îro pêwîst e, xizmetkirina Îslamê ji bo civaka exlaqî ye

Nûçeyên Sereke