Malbata Gulistan Dokûyê mînaka DNA’yê da

JinNûçe

Malbata Gulistan Dokûyê di çarçoveya lêpirsînê de, bi fermana Serdozgeriya Komarê mînaka DNA’yê da. 

 Di çarçoveya lêpirsîna der barê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de ku ji 5’ê Çileya 2020’î ve wind aye, geşedanên nû rû didin.

 Di çarçoveya lêpirsînê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Erziromê de, dê û bavên Gulistan Dokûyê, Berdriye Dokû û Halît Dokû li Saziya Tiba Edlî (ATK) mînaka DNA’yê dan. 

Hat diyarkirin ku mînakên DNA’yê ji bo bê tespîtkirin ka di wesayîtên waliyê wê demê Tûncay Sonel de şopên aîdî Gulistan Dokûyê hene yan na, hatine dayîn. Li gor mînakên DNA’yê yên hatine girtin, tê dîtin ku Serdozgeriya Komarê ya Erziromê der barê Tûncay Sonel de bi taybetî li ser sûcê “kuştina mirov” sekiniye.

/Ajansa Mezopotamya/

Li Amedê Coşa 1’ê Gulanê: Kedkar bi Govend û Dirûşman Daketin Qadan
Mardin û Muşspor ji bo Lîga Yekem têdikoşin

Nûçeyên Sereke