DYE wê 5 hezar leşkeran bişîne Polonyayê

Nûçe

🔴Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkaye (DYE) Donald Trump da zanîn ku ew ê 5 hezar leşkerên din bişînin Polonyayê. Daxuyanî çend saetan beriya civîna Wezîrên Karên Derve yên NATO’yê ya li Helsinborgê hate standin.

Trump li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku biryar ji ber têkiliyên li gel Serokkomarê Polonyayê Karol Nawrocki hatiye standin.

Trump got: ‘’Ji ber hilbijartina serkeftî û têkiliyên me yên li gel wî Karol Nawrocki em ê 5 hezar leşkeran bişînin Polomyayê û ez ji vê yekê kêfxweş im.’’

Biryara berbehs, pitî sûcdarkirinên Trump ên têkildarî endamên NATO’yê hate standin ku Trump digot ku ew bi têra xwe piştevaniyê nadin operasyonên leşkerî yên Îsraîl-DYE’yê. Serokê DYE’yê beriya niha îhtimala vekişîna ji tifaqê anîbû rojevê û lêpirsîna berpirsiyariyên parastina hevpar ên Washingtonê kiribû.

RUBIO SPANYA BI TUNDÎ REXNE KIR

Wezîrê Karên Derve Marco Rubio beriya civîna NATO’yê daxuyaniyek da û got ku hin welatên Ewropayê di şerê Îranê de destûr nedan ku DYE baregehên xwe yên leşkerî bi kar bîne.

Rubio bi taybetî Spanya hedef girt û got: ‘’Madem hûn destûrê nadin ku DYE baregehan bi kar bîne wê demê çima hûn di NATO’yê de ne.’’

Rayedarên NATO’yê jî diyar kirin ku DYE’yê bi awayekî rasterast ji tifaqê daxwaz nekiriye ku tevlî şerê Îranê bibin, lê belê gelek endaman ji hêzên Emerîkî re qadên xwe yên hewayî û baregehên xwe vekirine.

LI EWROPAYÊ FIKAR MEZIN DIBE

Plana rêveberiya Trump a vekişîna 5 hezar leşkerên Emerîkayê yên li Ewropayê û daxwaza kirîna Gronlanda girêdayî Danîmarkayê bûn sedem ku li paytextên Ewropayê fikarên têkildarî pêşeroja NATO’yê zêde bibin.

Li gorî çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîne, her wiha Washingtonê plana xwe ya bicihkirina moşekên menzîldirêj a li Elmanyayê betal kiriye û difikire ku kapasîteya leşkerî ya ku di demên krîzê de bide NATO’yê kêm bike.

Her wiha welatên Ewropayê diyar kirin ku bi taybetî di mijara ewlehiya behrê ya li Tengava Hurmêzê de  ew amade ne ku zêdetir piştgiriyê bidin DYE’yê.

Fermandarê Hêzên Hevalbend ên Ewropayê yê NATO’yê General Alexus Grynkewich jî diyar kir ku vekişîna leşkeran ya muttemel wê di nava çend salan de bê kirin û jibo amadekariyan wê wextî bidin welatên Ewropayê.

/Çawkani: ANF/

Van jî bibîne

 

Li Hezroyê Roja Çand û Hunerê: Dengbêjî û Helbest Hatin Hûnandin
Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

Nûçeyên Sereke