Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn ser piyan

JinNûçe

NÛPEL – Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî zêdebûna kuştina jinan û polîtîkayên necezakirinê meşiyan. Xwendekaran diyar kir ku ew ê ji wan kesên ku darazê veguherandine amûreke qesrê û desthilatdariyê, hesab bipirsin.

Xwendekaran bi armanca protestokirina kuştina Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaîş, Narîn Guran û gelek jinên din ên ku di demên dawî de hatine kuştin, li ber Fakulteya Fenê kom bûn. Wan bi pankarta “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” heta Fakulteya Perwerdehiyê meşek li dar xist. Di dema meşê de xwendekaran dirûşmên wekî “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Mêr dikuje, dewlet diparêze” û “Jinên ciwan dimeşin, erd û ezman dihejin” berz kirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.

‘Delîl tên veşartin û berpirsiyar tên parastin’

Arjîn Ceylan, a ku li ser navê xwendekaran axivî, bal kişand ser krîza edaletê û polîtîkayên ku kujeran diparêzin. Ceylan wiha got:

“Îro em li vir ne tenê ji bo meşekê, lê belê ji bo derxistina rastiyê li dar in. Jin tên windakirin û qetilkirin, zarok nayên parastin, ciwan ji jiyanê tên veqetandin. Piştre dosya tên girtin, delîl tên tepeserkirin û berpirsiyar tên parastin. Ji ber ku ev pergal ne li ser eşkerekirina rastiyê, lê li ser veşartina wê ava bûye. Dozên wekî yê Gulistan, Îpek, Narîn, Rojwelat û Rojînê ne encama tesadufê ne; ev doz berhema zîhniyeta dewleta mêrserdest û polîtîkayên necezakirinê ne.”

‘Em ê hesab bipirsin’

Ceylan destnîşan kir ku dewlet li şûna eşkerekirina rastiyê, li pêşiya edaletê dibe asteng û axaftina xwe wiha domand:

“Bi salan e çaresernekirina doza Gulistan Doku nîşan dide ku ev desthilatdarî, li şûna ku rastiyê derxîne holê, bûye sîwanek li ser kujeran. Di vê rewşê de; ji waliyan heta polîsan, ji rektoran heta rêveberên saziyan, hemû karmendên giştî berpirsiyar in. Em ê ji wan kesên ku darazê veguherandine amûreke qesrê û desthilatdariyê, hesab bipirsin.”

Çalakî piştî daxuyaniyê, bi berzkirina dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Amedspor Berê Xwe Da Ewropayê: Li Hannoverê Firoşgeha Yekem Tê Vekirin
Pêwendiyên PDK û YNKyê Roj bi Roj Aloztir Dibin

Nûçeyên Sereke