Di doza Rojwelat Kizmaz de geşedaneke nû: Malbatê berê xwe da dozgeriyê

Nûçe

NÛPEL – Malbata Rojwelat Kizmaz a ku li Êlihê winda bûbû û piştre li Heskîfê cenazeyê wê hatibû dîtin, ragihand ku piştî geşedanên di doza Gulistan Doku de gumanên wan zêdetir bûne. Malbatê ragihand ku ew ê sibe daxwaznameya xwe ya nû pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bikin.

Piştî ku di doza Gulistan Doku de, ya ku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dersîmê winda bûbû, piştî 6 salan hin geşedanên nû çêbûn, mirina gumanbar a Rojwelat Kizmaz careke din kete rojevê. Malbata Kizmaz di daxuyaniya xwe ya ji bo raya giştî de destnîşan kir ku qonaxa dawî ya doza Gulistan Doku, pirs û gumanên nû bi xwe re aniye.

Banga Ji Bo Edaletê Li Ber Dadgehê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber van geşedanan, malbatê biryara pêngaveke nû ya hiqûqî girtiye. Li gorî agahiyan, sibe yanî roja Duşemê, 27’ê Nîsanê, malbat tevî parêzera xwe Sumeyye Gultekin Aykut dê serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bidin.

Piştî pêşkêşkirina daxwaznameyê, dê di saet 14:30’an de li ber Dadgeha Êlihê daxuyaniyeke çapemeniyê were lidarxistin.

Mirina Gumanbar û Îdîayên Îhmalkariyê

Rojwelat Kizmaz (26) di 9’ê Sibata 2024’an de li Êlihê ji malê derketibû û winda bûbû. Tevî hemû serlêdanên malbatê jî, xebatên lêgerînê nehatibûn destpêkirin. Cenazeyê wê di 12’ê Sibatê de di Gola Bendava Heskîfê de hatibû dîtin. Li gorî rapora otopsiyê, Rojwelat du roj piştî windabûna xwe jiyana xwe ji dest daye.

Birayê wê, rojnameger Mehmet Kizmaz, diyar kir ku tevî ku xwişka wî di qeydên MOBESE’yê de bi zelalî xuya dikir jî, rayedaran tu gav neavêtine. Kizmaz got: “Dibe ku bi xebateke 2-3 saetan bihata dîtin, lê tu kesî guh nedayê.”

Herî dawî, di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de, Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ji bo ku wekî delil bikar bîne daxwaza qeydên HTS’ê yên Rojwelat Kizmaz kiribû, lê hatibû ragihandin ku ew qeyd nehatine dîtin. Ev yek jî gumanên li ser dosyayê kûrtir dike.

/Çavkanî: ÎlkeTv/

Van jî bibîne

 

Li Iraqê derbeyek li DAIŞ’ê hat xistin: 4 çete hatin girtin
Mehmet Turkmen: Ez ji bo pergala patronan berdewam bike girtî me

Nûçeyên Sereke